Girtiyê Îmraliyê Veysî Aktaş hat berdan
Girtiyê siyasî Veysî Aktaşê ku berdana wî salek û 3 mehan hatibû taloqkirin, piştî 31 salan hat berdan.

Veysî Aktaş li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dima û divabû 28ê Nîsana 2024an bihata berdan.
Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wî salekê taloq kiribû.
Li gorî nûçeya MAyê Aktaş doh (25ê Tîrmehê) ji Girtîgeha Îmraliyê hat berdan.
Sala 2015an şandibûn Îmraliyê
Veysî Aktaş di dema pêvajoya çareseriyê de sala 2015an ji bo erkê “Sekreteryaya Ocalan” li gel Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran şandibûn Girtîgeha Îmraliyê.
Aktaş wê demê ji Girtîgeha Kirikkaleyê hatibû veguhastin û ji sala 2015an ve li Îmraliyê bû.
Nûvekirina herî dawî: 20:32:02