Herêma Kurdistanê ji Amerîkayê sîstema parastinê xwest
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku êrişên dronan hilberîna petrolê kêm kiriye û wan ji Amerîkayê sîstema parastinê xwestiye.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji Washingtonê ragihand ku êrişên dronan bûne sedema kêmbûna asta hilberîna petrolê û got:
"Amerîka ji van êrişan dilgiran e û me ji wan xwestiye ku sîstemeke parastinê li Herêma Kurdistanê hebe."
Tenê di vê mehê de 20 êrişên dronan li Herêma Kurdistanê hatine kirin û 7 ji wan li ser zeviyên petrolê bûne.
Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed jî eşkere kir ku ji ber van êrişan Herêma Kurdistanê nêzîkî 200 hezar bermîl hilberîna petrolê ji dest daye.
Dizeyî diyar kir ku ew dixwazin êriş ducare nebin û got, "Êrişên dronan asta hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav kêm kiriye û em hêvîdar in ku careke din ducare nebin."
"Pêwendiyên bi Washingtonê re dê bên xurtkirin"
Sefîn Dizeyî li ser ziyareta xwe ya Washingtonê agahî dan û eşkere kir ku wan bi berpirsên hikûmetê û endamên Kongreya Amerîkayê re hevdîtin pêk anîne.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, "Me tekezî li ser pêwendiyên dualî û pêşhatên herêmê kir.
Me her wiha pêwendiyên Hewlêr-Bexda û Hewlêr-Washingtonê jî gotûbêj kirin. Em hêvîdar in ku di çar salên pêş de pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê xurttir bikin."
Dizeyî diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî mijara meaşan, Amerîkayê nîgeran dike.
Wî anî ziman ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser vê mijarê pêwendî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re saz kiribû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 19ê Gulana 2025an de li Washingtonê du peymanên mezin ên enerjiyê îmze kiribûn.
Ev peyman bi kompanyayên Amerîkî Western Zagros û HKN Energy re bûn û rêjeya wan zêdetirî 100 milyar dolarî bû.
“Me xwest sîstema parastinê hebe”
Sefîn Dizeyî bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde jî da û got, "Amerîkayê ew peyman pêşwazîr kirin û ji ber van êriş û astengiyan dilgiran e.
Me jî xwest ku sîstemeke parastinê hebe; ne tenê ji bo kompanyayan, ew sîstem ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo hemû Îraqê jî be. "
Dizeyî her wiha diyar kir ku Balyozxane û Konsulxaneya Amerîkayê yên li Bexda û Hewlêrê ji civînên di navbera her du aliyan de agahdar in.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, "Ew heta çend caran bi xwe jî beşdarî peymanan bûne û ji bo peymanan me teşwîq dikin.Me her tim daxwazên Bexdayê bi cih anîne."
Sefîn Dizeyî di dawiyê de got, "Gelek caran pirs ji bo komîteyên teknîkî tên şandin. Ew karên xwe temam dikin û tenê ya ku dimîne biryareke siyasî ye.
Hatina meaşê meha gulanê jî encama dan û standinan bû, lewma em hêvîdar in ku dan û standin berdewam bikin."
Heyeta Herêma Kurdistanê ji bo şopandina encamên serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya meha gulanê, serdana Washingtonê kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 20:51:56