Di salvegera 11an a Komkujiya Kurdên Êzidî de hişyarî: Hîn jî astengiyên mezin dijîn
Di salvegera 11an Komkujiya Kurdên Êzidî de, çend kesayetên civaka sivîl a Êzidiyan û berpirsekî Amerîkî hişyarî da ku piştî zêdetirî 10 salan jî civaka Kurdên Êzidî rûbirûyî astengiyên mezin dibe.

Înîsiyatîfa Îraqê ya Konseya Atlantîkê Li Washingtonê bi hevkariya Saziya Êzidiyên Azad ji bo bibîranîna salvegera 11emîn a Komkujiya Êzidiyan gotûbêjek saz kir.
Serok û hevdamezrînerê Akademiya Şingalê Murad Îsmaîl ragihand:
“12 hezar kes hatin kuştin yan kolekirin lê kêmtir ji 10 dozên dadgehê li ser asta welatan û navneteweyî li ser vê yekê nehatin vekirin.”
Murad Îsmaîl da zanîn ku hêviya wan bi Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) hebû lê Hikûmeta Îraqê ew hilweşand.
Wî rexne li Hikûmeta Îraqê girtin ku efû ji endamên DAIŞê re derxistiye û anî ziman:
“Nizanim çend ji wan hatine berdan lê niyeta Hikûmeta Îraqê heye ku 13 hezaran ji wan bêyî ku lêpirsîn li wan were kirin berde.”
Rewşa mirovî ya Kurdên Êzidî û çarenivîsa kesên winda mijareke sereke ya gotûbêjê bû.
Murad Îsmaîl da zanîn, “Zêdetirî nîvê koçberên Êzidî hîn jî li kampan dijîn û rewşa kampan jî ne baş e.”
Di gotûbêjê de li ser kesên winda hat gotin ku “2 hezar û 600 zarok û jin hîn jî winda ne” û hat xwestin ku ji bo naskirina wan a bi rêya testa DNAyê, avakirina databasê û mekanîzmayeke piştgiriyê piştî dîtina wan, dest bi pêvajoyeke bi bandor were kirin.
Cîgirê Birêvebirê Lêkolînê yê Komîsyona Amerîkayê ya Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) Kurt Wersimoler, komek pêşniyar ji bo parastina Kurdên Êzidî û kêmîneyên li Îraq û Sûriyeyê pêşkêşî Hikûmeta Amerîkayê kirin ku di nava wan de ev hene:
“Avakirina saziyan ji bo parastina kêmîneyan
Çavdêriya Heşda Şebî û milîsan
Parastina hemû belgeyên têkildarî tawanan.”
Cîgirê Birêvebirê Lêkolînê yê Komîsyona Amerîkayê ya Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) Kurt Wersimoler her wiha eşkere kir:
“Me daxwaz ji Wezareta Karên Derve kiriye ku Îraqê ji ber binpêkirinên olî yên ku hatine kirin bixe nav lîsteya çavdêriya taybet.”
Nûvekirina herî dawî: 09:05:49