Luqman Feylî dibe Balyozê nû yê Iraqê li Neteweyên Yekgirtî
Wezareta Derve ya Iraqê amaje daye ku, Nûnerê Daîmî yê Iraqê li Neteweyên Yekgirtî Luqman Feylî rûpelên xwe yên piştgiriyê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kirine ji bo ku bibe Balyozê Iraqê li Neteweyên Yekgirtî.

Di merasîma pêşkêşkirina rûpelên piştevaniyê de, Luqman Feylî silavên Hikûmeta Iraqê gihandin Sekreterê Giştî û pesna bizav û piştevaniyên berdewam ên Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê di warên pêşkeftina domdar û herwesa alîkariyên mirovî, ji nû ve avakirin û avakirina şiyanên dezgehî de kir.
Luqman Feylî pabendbûna berdewam a Iraqê bi prensîb û armancên Neteweyên Yekgirtî û amadebûna wê ji bo hevkariyê bi rêxistinên navneteweyî û organên cuda cuda re tekez kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên Iraqê bike û tevlî pêşvebirina aştî, ewlehî û pêşxistinê li ser asta herêmî û navneteweyî bibe.
Li beranberî wê yekê jî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî pabendbûna Neteweyên Yekgirtî ji bo berdewamkirina piştgiriya xwe ji bo pêşxistin û tenahiyê tekez kir.
Profîla Luqman Ebdilrehîm Feylî:
Li sala 1966ê hatiye ser dinyayê û her du nasnameyên Iraqî Brîtanyayî hene.
Li sala 2019ê, Serokê Nivîsîngeha Amerîkaya Bakur û Başûr ya Wezareta Derve ya Iraqê bû.
Endamê Encûmena Kargêrî ya Şêwirmendiya Iraqê, Navenda Diyalogê ya Rafîdeynê û Peymangeha Kargêrî ya Birêvebirina Projeyan a Amerîkayê bû.
Li salên 2018 û 2019ê, wekî Berdevkê Fermî yê Serokkomarê Iraqê kar kiriye, li gel şêwirmendiya karûbarên têkiliyên giştî û kargêrî û plandana stratejîk li Wezareta Derve li salên 2017 û 2018ê, ji sala 2013ê heta 2016ê Balyozê Iraqê li Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê bû. Li Japonê jî li salên 2010ê heta 2013ê Balyozê Iraqê bû û li sala 2010ê jî bû Balyozê Wezareta Derve.
Li sala 2006ê Master bi Kargêriya Kar û taybet Kargêriya Teknolojiyê ji Zanîngeha Manchester Metropolitanê wergirt.
Nûvekirina herî dawî: 20:53:28