Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand ku wan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û Ocalan biryardariya aştiyê ya di merasîma îmhakirina çekan de wekî "gelekî bi qîmet" dîtiye.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê wisa ye:
"Me wekî Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, 25ê Tîrmeha 2025an li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtineke ku 3 saet û nîvan dewam kir pêk anî.
Derbarê hevdîtinên ku me wekî heyetê di rojên borî de bi Rêzdar Serokkomar, Rêzdar Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kiribûn gotûbêj pêk anî.
Derbarê bandor û bertekên merasîma îmhakirina çekan a ku 11ê Tîrmehê hatibû lidarxistin de agahî hatin dayîn.
Rêzdar Ocalan jî diyar kir ku ew awayê pêkanîna merasîmê û îrade, bawerî û biryardariya aştiyê ya ku hatiye nîşandan gelekî bi qîmet dibîne.
Wî tekez kir ku ew li bendê ye xebata komîsyonê ya di rojeva parlamentoyê de, bi rêbazeke berfireh û giştgir ji bo aştî û demokrasiyê piştgiriyên girîng pêşkêş bike.
Wî silav û hêviyên xwe yên herî baş ji gel û hemû beşên civakî re şand."
DEM Partiyê doh bi daxuyaniyeke ji çapemeniyê ragihand ku şandeya wan a ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê, li giravê ye.
Piştî îmhakirina çekan a komeke PKKyê Heyeta Îmraliyê dest bi gereke din a hevdîtinan kiribû.
Heyetê di nava hefteyekê de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re bi dawî kiribûn û li ser wan hevdîtinan bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Nûvekirina herî dawî: 20:21:21