Desthilatdarên Hikûmeta Sûriyeyê red dikin ku bi şertên HSDê razî bibin
Desthilatdarên Hikûmeta Sûriyeyê red dikin ku bi şertên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) razî bibin û dibêjin, “Divê çekên xwe radest bikin.” Herwesa biryar bû duhî civînek di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de li Parîsê hatiba kirin lê hat paşxistin.

Kanala fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê ji zarê çend berpirsên wî welatî ragihandiye, “Hikûmeta Sûriyeyê bi çi awayekî bi şertên HSDê razî nîne û daxwaz kiriye ku, ew çekên xwe radest bikin ji ber ku ev li dijî yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê ye.”
Hikûmeta navbirî amaje jî daye, “Axaftina li ser radestnekirina çekan ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li dijî bingehên avakirina artêşeke yekgirtî ye û herwesa berevajî peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de ye.”
Ev gotin piştî wê yekê hatin kirin ku, Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebcer Dawid li roja Sêşemê (22ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, ji ber aloziyên berdewam ên li Sûriyeyê û gefên DAIŞê, mistehîl e ku ew çekên xwe dabinin.
Herwesa biryar bû ku duhî (Pêncşem, 24.07.2025) civînek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de li Parîsê hatiba kirin lê ew civîn ji bo demeke nediyar hat paşxistin.
Nûvekirina herî dawî: 08:52:52