Mesrûr Barzanî û Konsulê Amerîkayê tekezî li ser hinardekirina petrola Kurdistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Steve Bittner, tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û parastina mafên wê yên destûrî kirin.

26 Tîrmeh 2025 - 15:22
26 Tîrmeh 2025 - 15:22
 0
Mesrûr Barzanî û Konsulê Amerîkayê tekezî li ser hinardekirina petrola Kurdistanê dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya bidawîhatina erkê wî yê dîplomatîk, îro 26ê Tîrmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Steve Bittner kir.

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û bi taybetî jî spasiya Konsulê Giştî kir, ji ber keda wî ya di pêşxistina têkiliyên dualî de di hemû waran de.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Amerîkayê jî pêzanînên xwe ji bo piştgiriya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û tekezî li ser girîngiya bihêztirbûna têkiliyên dostane yên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, her du alî li ser pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê û parastin û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn. Herwiha tekezî li ser dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:41:00