DÎlok: Zêr dizîn û gule reşandin: 4 polîs birîndar bûn

Li navçeya Şehîtkamîlê ya Dîlokê, di operasyoneke hêzên ewlehiyê de li dijî kesên ku bi dizîna 8 kîlogram zêr dihatin tometbarkirin, pevçûneke çekdarî derket.

26 Tîrmeh 2025 - 11:05
26 Tîrmeh 2025 - 11:05
 0
DÎlok: Zêr dizîn û gule reşandin: 4 polîs birîndar bûn

Di encamê de 4 polîs birîndar bûn û 3 gumanbar hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Dîlokê, tîmên polîsan ji bo girtina 3 gumanbaran dest bi operasyonekê kir ku berî du rojan li nêzîkî otogara bajêr wan dest danîbû ser çenteyekî û nêzîkî 8 kîlogram zêr jê dizîbûn.

Piştî şopandinê, polîsan tespît kir ku gumanbar xwe li xaniyekî li taxa Yedîtepeyê vedişêrin.

Dema ku polîsan ji bo girtina wan bi ser malê de girt, gumanbaran gule li tîmên polîsan reşandin û pevçûn derket.

4 endamên tîma operasyonê di pevçûnê de bi sivikî birîndar bûn.

Piştî pevçûnê, her 3 gumanbar hatin desteserkirin û polîsan dest danî ser 8 kîlogram zêr.

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:19:41