Tom Barrack: Sûriye û Îsraîlê li ser aramkirina rewşê li hev kir

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku berpirsên Sûriye û Îsraîlê di civîneke li Fransayê de li hev kiriye ku rewşê aram bikin.

25 Tîrmeh 2025 - 10:59
25 Tîrmeh 2025 - 10:59
 0
Tom Barrack: Sûriye û Îsraîlê li ser aramkirina rewşê li hev kir

Civîn piştî aloziyên li parêzgeha Siwêdayê yên di navbera Durziyan û eşîrên Erebên Bedewî de hat kirin ku bû sedema kuştina zêdetirî hezar kesî û êrişên Îsraîlê yên li Şamê.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack şeva pêncşemê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Ez vê êvarê li Parîsê bi Sûriyeyî û Îsraîliyan re civiyam.

Armanca me gotûbêj û aramkirina rewşê bû û me ev armanc bi cih anî.

Hemû aliyan pêbendbûna xwe ya ji bo berdewamiya van hewldanan ducare kir.”

Çavkaniyeke dîplomatîk a payebilind ji Ajansa France Pressê (AFP) re ragihandibû ku roja pêncşemê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî dê li Parîsê bi wezîrekî Îsraîlî re bicive ku aloziyên dawî yên parêzgeha Siwêdayê gotûbêj bikin.

Ev gotûbêja ku bi navbeynkariya Amerîkayê hat kirin, bû civîna yekem a di asta wezîran de di navbera Îsraîl û hikûmeta nû ya Sûriyeyê de.

Her du welat ji sala 1948an ve di şer de ne û Îsraîl ji sala 1967an ve li Girên Golanê bi cih bûye.

Biryar bû ku ji aliyê Sûriyeyê ve Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî û ji aliyê Îsraîlê ve Wezîrê Kar û Barên Stratejîk Ron Dermer “mijara başûrê Sûriyeyê” gotûbêj bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:47:01