Li Amedê agir bi bîreke petrolê ket: 8 kes birîndar bûn
Li Amedê agir bi bîreke petrolê ya Şirketa Navneteweyî ya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPIC) ket û 8 kes birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgehên Amed û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi bîra petrolê ya Uçtepe-1ê ya Şirketa Navneteweyî ya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPIC) ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di şewatê de 8 kes birîndar bûn.
Tîman birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyan.
Hat zanîn ku karmendên li bîra petrolê vana girtiye û bi vî awayî rê li ber mezinbûna şewatê hatiye girtin.
Nûvekirina herî dawî: 08:46:54