Amerîka: Kurd û Pêşmerge hevpeymanên me yên girîng in

Fermandarê nû yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Michael Kurilla ragihand: “Kurd û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hevpeymanên me yên girîng in.”

9 Sibat 2022 - 06:16
9 Sibat 2022 - 06:16
 0
Amerîka: Kurd û Pêşmerge hevpeymanên me yên girîng in

Li ser pirsa vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, Fermandarê nû yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand: “Hêzên me li Iraqê dimînin, ji ber ku hêzên Iraqê, ne di wê astê de ne ku bikarin rûbirûyî gefên terorîstên DAIŞê bibin.”

Derbarê Îranê de jî diyar kir: “Îran bûye gefeke cidî li navçeyê, em ji bo wê yekê dixebitin ku şiyana hevpeymanên xwe li navçeyê li hember gefên Îranê bilind bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Ji bo rûbirûbûna wan gefên Tehranê, em ê sîstema berevaniya ji gefên Îranê bidin hevpeymanên xwe yên li navçeyê.”

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:44:53