Amerîkayê siza bi ser 15 kesayet û saziyên petrolê yên Îranê de sepand
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand: “Me siza bi ser 15 kesayet û saziyên ku bi petrola Îranê ve pêwendîdar in, sepand.”

Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew sazî li Îran, Viyetnam, Sîngapûr, Îmarat û Hong Kongê ne.
Blinken eşkere kir, sazî û kesayetên ku siza bi ser wan de hatiye sepandin, destê wan di firotina neyasayî ya petrola Îranê de heye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir: “Eger Îran reftarên xwe neguherîne, sizayên li ser hinardeya petrola wê, dê berdewam be.”
Herwiha got: “Heta niha Îran di pabendiya xwe ya rêkarên dîplomasiyê de têk çûye.”
Nûvekirina herî dawî: 03:17:37