Brett McGurk: Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng e!

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk, pêşwaziyê li helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember ravekirina madeya yekem ya destûra Iraqê ji aliyê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê dike.

14 Mijdar 2017 - 08:23
14 Mijdar 2017 - 08:23
 0
Brett McGurk: Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng e!

McGurk li ser hesaba xwe ya “Twitter” daxûyand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, ku madeya Yekem ya destûrê rave kiriye, girîng û ron e.

Herwiha Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de daxwaz kir jî, li ser binemaya destûrê tevahiya pirsgirêkan bên çareserkirin.

Berê jî McGurk di twîtekê de ragihandibû, pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê bihêz e û referandûma serxwebûna Kurdistanê bandoreke xirab li ser pêwendiyan nekiriye.

Îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê ravekirina madeya yekem ji destûra Iraqê belav dike û tê de radigihîne, rêzê li ravekirina Dadgeha Federalî ji madeya yekem ya destûrê digirin.

Ev nûçe bi tevahî 1617 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:07:07