Di êrîşa li Silêmaniyê de Fermandarê HPGê jiyana xwe ji dest da
Têkildarî mijarê heta niha PKKê ti daxuyanî nedaye.

Hat ragihandin ku yek ji kesên di êrîşa Tirkiyê ya bo ser navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest da yek, Fermandarekî HPGê yê bi navê Mehmet Dogan û bi nasnavê “Dilxaz Gabar” e.
Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, ajansa Anadoluyê îro ragihand ku di operasyona MÎTê ya li sînorê qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê de, Berpirsê HPGê yê Kerkûkê Mehmet Dogan ê bi navê kod "Dilxaz Gabar" jiyana xwe ji dest daye.
Têkildarî mijarê heta niha PKKê ti daxuyanî nedaye.
Dronên Tirkiyê roja 21ê Gulanê otomobîlek li nahyeya Axceler a ser bi qezaya Çemçemalê bombebaran kiribûn.
Rêveberê Nahyeya Axcelerê, Hêmin Behcet ji Rûdawê re gotibû, di encama bombebaranê de, 5 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest dane.
Hêmin Behcet herwiha diayr kiribû, 3 ji kesên di êrîşê de canê xwe ji dest dane, gerîlayên PKKê û 2 kesên din jî sivîl û ji welatiyên deverê ne.
Nûvekirina herî dawî: 05:37:20