Îran hewl dide torên înternetê yên biyanî qedexe bike

Ev projeyasa ji 20 madeyan pêk tê û daxwazê dike ku tevahiya kompaniyan li gorî yasaya Îranê kar bikin.

26 Tebax 2020 - 17:20
26 Tebax 2020 - 17:20
 0
Îran hewl dide torên înternetê yên biyanî qedexe bike

Hejmarek ji endamên parlamentoya Îranê projeyek bo çavdêrîkirina torên peywendiyê yên înternetê pêşkêş kirine , eger ev proje-yasa bê pejirandin tevahiya torên peywendiyê yên biyanî li Îranê tên girtin

40 endamên radîkal ên parlamentoya Îranê projeya rêkxistina torên peywendiyê yên civakî weke Facebook û Instagramê pêşkêşî parlamentoyê kirine, di projeyê de hatiye ku kesên programên şikandina fîlteran (VPN) amade bikin, yan bikar bînin dê bêne girtin û bêne cezakirin.

Ev projeyasa ji 20 madeyan pêk tê û daxwazê dike ku tevahiya kompaniyan li gorî yasaya Îranê kar bikin.

Herwiha daxwazê dike ku kontrolkirina internetê di destê hêzên çekdar de be. Eger ew proje bê pejirandin, Facebook û Instagram li Îranê têne qedexe kirin, kesên li derveyî Îranê jî wê nikaribin bi internêtê peywendiyê bi wî welatî re bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1381 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:36:42