Îsraîlê bi mûşekan êrîşî derdora Şamê kir

Artêşa Sûriyê radigihîne, di encama êrişeke mûşekî ya Îsraîlê li ser Şama paytext de, leşker birîndar bû.

14 Hezîran 2023 - 04:43
14 Hezîran 2023 - 04:43
 0
Îsraîlê bi mûşekan êrîşî derdora Şamê kir

Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” re ragihand: “Îro demjimêr 01:55, Îsraîlê ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên başûrê rojavayê Şamê kirin armanc.”

Da zanîn jî, sîstemên berevaniyê yên Sûriyê rûbirûyî êrîşê bû û hejmarek mûşek xistin xwarê.

Amaje bi wê yekê jî kir jî, di encama êrişê de leşkerek bi giranî birîndar bûye û ziyanên madî çêbûne.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, êrîşên Îsraîlî derdora Firokexaneya Navdewletî ya Şamê û devera El-Kiswê ya li başûrê Şamê kirin armanc, ku embar û komgehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve lê hene.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşan de leşkerî Sûrî birîndar ketin û hejmarek çekdarên mîlîşyayan hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha hin embar û komgeh hatin jinavbirin.

Ev nûçe bi tevahî 525 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:20:29