Îsraîlê li Sûriyeyê da: 4 leşker hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê êrişî Şamê kir, 4 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin.

7 Tebax 2023 - 07:34
7 Tebax 2023 - 07:34
 0
Îsraîlê li Sûriyeyê da: 4 leşker hatin kuştin

Medyaya fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku serê sibehê demjimêr 02.20an, artêşa Îsraîlê ji aliyê Colanê ve êrişî çend xalên leşkerî yên li derdora bajarê Şamê kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, artêşa Sûriyeyê bersiva mûşekan daye û çend ji wan xistiye.

SANA destnîşan kir ku di êrişa Îsraîlê de 4 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku di encama êrişa Îsraîlê de ziyanên madî jî hebûne

Ev nûçe bi tevahî 915 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:21:41