Ji artêşa Iraqê daxûyaniya deriyên sînor!

Fermandarê Artêşa Iraqê Egîd Ehmed Cibûrî di axaftina xwe de ragihand ku heta niha Artêşa Iraqê li Herêma Kurdistan ti deriyên sînorî nehatine bicihkirin.

1 Mijdar 2017 - 05:16
1 Mijdar 2017 - 05:16
 0
Ji artêşa Iraqê daxûyaniya deriyên sînor!

Fermandarê Artêşa Iraqê Eqîd Ehmed Cibûrî di axaftina xwe ya Ajansa Anadoluyê de got: "Heta niha artêşa Iraqê li ser xalên sînorî yên Îbrahîm Xelîl bi Tirkiyeyê re û Pîşxabûrê bi Sûriyeyê nehatine bicihkirin."

Li gorî medyaya herêmî jî heta niha ti hêzên Iraqî li ser xalên sînor nehatiye bicihkirin û rewşa deriyên sînor wekî berê ye.

Her wiha Duhî Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe ya Grûba Parlamentoyê de gotibû me deriyê sînor ê Xêbûrê teslîmî rayedarên Iraqê kir, lê Şêwirmendê Serokê Herêmê Hêmin Hewramî radestkirina deriyê Îbrahîm Xelîl bo rayedarên iraqî red kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1957 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:11:11