Ji Emerîkayê bo Pêşmerge alîkarîya leşkerî

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê, Washingtonê bi asayîşa Herêma Kurdistanê bi dayîna çek û kelûpelên serbazî ragihand.

28 Tîrmeh 2022 - 02:44
28 Tîrmeh 2022 - 02:44
 0
Ji Emerîkayê bo Pêşmerge alîkarîya leşkerî

Derbarê mijarê de Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi rêya tevna civakî Twîtterê de ragihand: “Artêşa Amerîkayê alîkariya serbazî dide Pêşmerge.”

Herwiha eşkere kir: “Em dixwazin dilniya bibin ku hêzên Pêşmergeyê qehreman, ji bo şerê dijî DAIŞê, xwedî çek û kelûpelên serbazî yên pêwîst e.”

Washington tekezî li alîkariyên serbazî yên artêşa Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kiriye, ku "ji çend barên kelûpelên serbazî, otomobîl û pêwîstiyên din ên serbazî pêk tên".

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê eşkere kiriye, gihandina van alîkariyên serbazî, nîşaneya pabendbûna Washingtonê bi asayîşa Herêma Kurdistanê ye, ji bo vê mebestê jî ji nêz ve ligel Wezareta Pêşmerge kar dikin.

Ev nûçe bi tevahî 601 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:14:56