Josep Borrell: Hêviya me ew e ku NATO qonaxa nerazîbûna Tirkiyeyê derbas bike

Josep Borrell, beriya Civîna Wezîrên Berevaniyê yên welatên Ewropayê, di derbarê rojevê de pirsên rojnamevanan bersivandin

17 Gulan 2022 - 08:23
17 Gulan 2022 - 08:23
 0
Josep Borrell: Hêviya me ew e ku NATO qonaxa nerazîbûna Tirkiyeyê derbas bike

Nûnerê Bilind ê Ewlehiya Polîtîka û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê, Josep Borrell rewşa endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê û helwesta dijber a Tirkiyeyê nirxand. Borrell hêviyên xwe yên erênî ragihand û xwest ku ev qonax zû were derbaskirin.

Josep Borrell, beriya Civîna Wezîrên Berevaniyê yên welatên Ewropayê, di derbarê rojevê de pirsên rojnamevanan bersivandin. Borrell da zanîn ku ew qanih e ku konsey piştgiriya herî zêde bide endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê. Borrell got , ‘Ez dizanim hin nerazîbûn û dijderketinên Tirkiyeyê hene, ez hêvî dikim ku NATO, vê qonaxê jî derbas bike.’

Borrell da zanîn ku hem ji aliyê wî ve hem ji aliyê Konseya Berevaniyê ve piştgiriya ji bo endamtiya Swêd û Finlandiyayê, gelek bi hêz e

Ev nûçe bi tevahî 466 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:59:16