Li Amedê 3 dever hatin qedexekirin

Li navçeya Lîceyê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve 3 navçeyên niştecihbûnê di bin navê “herêma taybet ya ewlehiyê” de hatin qedexekirin.

29 Berfanbar 2022 - 03:46
29 Berfanbar 2022 - 03:46
 0
Li Amedê 3 dever hatin qedexekirin

Li gor daxuyaniya ku roja Çarşemê 28ê Kanûna 2022an ji aliyê parêzgariya Amedê ve hatiye belavkirin, li navçeya Lîceyê ya Amedê taxa Xasor û gundikên Hevsel û Aliye di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de ji demjimêr 02.00ê 28 Kanûna 2022an heta demjimêr 23.59ê 3ê Çileya 20223an bo dema 7 rojan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku çûna welatiyan bo wan navçeyan hatiye qedexekirin û hatiye îdiakirin ku qedexe “ji bo wê yekê hatiye ragihandin daku welatiyên diçin wan navçeyan zererê ji hêmanên neyasayî û tedbîrên li dijî wan bên wergirtin, nebînin.”

Ev di demekê de duh 27ê Kanûna 2022an li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê jî 11 dever di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan bo çûn û hatina welatiyan hatibûn qedexekirin.

Ev nûçe bi tevahî 433 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:23:16