Li Amedê kesek bi çekê hat kuştin

Li Zanîngeha Dîcleyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesek bi çekê hat kuştin. Tawanbar piştî bûyerê xwe radestî hêzên emnî kir.

4 Avrêl 2023 - 12:37
4 Avrêl 2023 - 12:37
 0
Li Amedê kesek bi çekê hat kuştin

Li gor zanyariyan îro roja Dûşemê 4ê Nîsana 2023an li nêzîkî rawestgeha wesayetên veguhastina giştî ya li Nexweşxaneya Fakulteya Pizîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê, kesê b navê M.İ.Ş, ji ber sedemek nediyar bi çekê çend car teqe li welatiyê bi navê M.F.T kir ku temenê wî 31 sal bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê. Di encama pişkinînên tendurustî de diyar bû ku welatiyê navborî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Termê M.F.T ji bo karûbarên otoopsiyê bo Saziya Pizîşkiya Dadî hat birin.

Hat ragihandina ku tawanbar M.İ.Ş jî piştî bûyerê xwe radestî polîsan kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 734 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:46:03