Li bajarekî Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 16 karker birîndar bûn

Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîlekê û mînîbûsa ku karkerên demsalî vediguhestin li hev dan û di encam de 16 karker birîndar bûn.

13 Îlon 2022 - 04:21
13 Îlon 2022 - 04:21
 0
Li bajarekî Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 16 karker birîndar bûn

Li ser rêya Siwêreg û Rihayê mînîbûseke ku karkerên demsalî vediguhestin û otomobîlekê li hev dane û di encam de 16 karker birîndar bûne ku hejmareke zarok jî di nav de ne.

Herwiha 16 karkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatine veguhestin û dermankirina wan berdewam e.

Li gor zanyariyan karkerên demsalî ji kar vedigeriyan û diçûn malên xwe yên li navçeya Siwêregê.

Ev nûçe bi tevahî 711 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:01:40