Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir

Greva giştî wek nîşandana nerazîbûnê li hember êrîşa Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin

1 Cotmeh 2022 - 06:12
1 Cotmeh 2022 - 06:12
 0
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir

Li ser daxwaza partiyên Rojhilatê Kurdistanê û bi armanca şermezarkirina êrîşa li ser baregehên wan partiyan li Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, îro li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kiriye.

Xelkê piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlamê îro bazar û dukanên xwe girtine û neçûne ser karê xwe, wek nîşandana nerazîbûnê li hember êrîşa Supaya Pasdarên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê.

Li gorî jêderên xwecihî, li tevahiya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê Internet hatiye birîn û hikûmeta Îranê hêzên mezin ên ewlekariyê li bajaran belav kiriye û bi riya nameyên telefonî gefê li xwediyên dukanan dixwe ji bo dukanên xwe vekin.

Ev greva giştî piştî wê tê, hêzên Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona borî bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 575 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:26:12