Ji ber êrîşa Mêrsînê kesk hat zindanîkirin

Ji 22 bergumanên ku piştî êrîşa Mêrsîna hatibûn desteserkirin, kesek ji wan hate zindanîkirin û yên din jî hatin berdan.

1 Cotmeh 2022 - 06:14
1 Cotmeh 2022 - 06:14
 0
Ji ber êrîşa Mêrsînê kesk hat zindanîkirin

Piştî êrîşa PKKê ya roja 26ê Îlonê li Mêrsînê, hêzên ewlekariyê 22 kes desteser kiribûn. Di encama dadgehkirina wan de, kesek bi tohmeta “endamtiya PKKê” hate zindanîkirin û 21 bergumanên din bi kontrola dadî hatin berdan.

Roja 26ê Îlonê li bajarê Mêrsînê di encama êrîşekê li dijî komelgeha niştecihbûnê ya teybet bi polîsan de, polîsek hatibû kuştin û polîsek û welatiyekî jî birîndar bûbûn. Herwiha du gerîlayên jin ên PKKê canê xwe ji dest dabûn. PKKê jî êrîş girtibû ser xwe.

Ev nûçe bi tevahî 585 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:34:05