Li Dîlokê di bûyereke tirafîkê de kesek mir û 9 kes birîndar bûn
Li navçeya Şahînbey ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîlan li hev dan û di encamê de kesekê canê xwe ji dest da û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan derengiya şeva borî li Taxa Yamaçtepe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê du otomobîlan li hev da û yek ji otomobîlan ji rê derketiye û wergeriyaye.
Hat zanîn ku otomobîl piştî wergeriyaye agir wê bi ketiye û şewitiye.
Di otomobîla şewitî de kesekê canê xwe ji dest da û di her de otomobîlan de 9 kes birîndar bûn.
Ttîmên tendirustiyê, berevaniya şaristanî û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.
Birîndar veguhestine nexweşxaneyên derdorê.
Nûvekirina herî dawî: 17:46:00