Li Mêrdînê şerê xwediyê kargehê û kirêciyan: 1 kuştî û 3 birîndar

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera xwediyê kargehekê û kirêciyên wî de pevçûn derket, kesek hate kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

16 Tîrmeh 2022 - 09:10
16 Tîrmeh 2022 - 09:10
 0
Li Mêrdînê şerê xwediyê kargehê û kirêciyan: 1 kuştî û 3 birîndar

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera xwediyê kargehekê û kirêciyên wî de pevçûn derket, kesek hate kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Roja Înê li Taxa 13ê Adarê ya Mêrdînê, li ser valakirina kargehê di navbera xwediyê kargeh û kirêciyan de şer derket, her du aliyan bi kêran êrîşî hev kirin.

Di pevçûnê de 4 kes ji her du aliyan birîndar bûn, xwediyê kargeh û kurê wî, li gel 2 kes ji kirêçiyan lê kirêçiyê bi navê Ehmed li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 781 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:25:02