Nûnerê Serok Barzanî helwêstê niştimanperwer ê Xirîstiyanên Kurdistanê bilind dinirxîne

Duh 21.06.2022yê nûnerê Serok Barzanî yê karûbarê devera Barzan Mela Mistefa Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayeta diyar a Xirîstiyanên Kurdistanê û wezîrê veguhestin û gehandinê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher kir.

22 Hezîran 2022 - 04:28
22 Hezîran 2022 - 04:28
 0
Nûnerê Serok Barzanî helwêstê niştimanperwer ê Xirîstiyanên Kurdistanê bilind dinirxîne

Duh 21.06.2022yê nûnerê Serok Barzanî yê karûbarê devera Barzan Mela Mistefa Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayeta diyar a Xirîstiyanên Kurdistanê û wezîrê veguhestin û gehandinê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher kir.

Hevdîtinê de Mela Mistefa Barzanî rêz û heskirina xwe ya li hember temamê xwîşk û birayên Xirîstiyanên Kurdistanê diyar kir û spasiya dilsozî û helwêstê wan ê niştimanperwerî kir.

Li beramber da Ano Cewher jî keyfxweşiya xwe ji ber wê pêşwazî û dîdarê nîşan da û bi dirêjî behsa rewşa Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê kir, ku di bin sîbera siyaseta hekîmane ya merciya kurd Serok Mesûd Barzanî û hikûmeta herêmê de bi rihetî û wekhew jiyana xwe berdewam dikin.

Ev nûçe bi tevahî 594 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:14:04