Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji xelkê Kampa Mexmûrê re nameyek şand û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û vegera penaberan.

9 Tebax 2025 - 10:21
9 Tebax 2025 - 10:21
 0
Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

Ocalan di nameya xwe de got, "Em dê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.”

Rêberê PKKyê di nameya xwe de bal kişand ser vegera penaberan û eşkere kir ku divê veger takekesî nebe û bi awayekî kolektîf pêk were.

"Sekn û kedek layiqî gelê Kurd"

Ocalan di destpêka nameya xwe de silavên xwe ji xelkê re şand û rola wan a dîrokî ya di têkoşînê de bi bîr anî.

Rêberê PKKyê got, "Gelê me yê Mexmûrê di dîroka têkoşîna me de roleke pir girîng lîstiye û bûye xwediyê cihekî pir bi nirx.

Ruxmê hemû zehmetiyan jî, bi pratîka xwe nîşan daye ku berxwedan jiyane û qehremanên mezin derxistine...

Îspat kiriye ku şert çi dibin bila bibin, jiyana azad ji ser her tiştî re ye. Û bûye xwediyê sekn û kedek layiqî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd."

Ocalan da zanîn ku ew bawer dike gelê Mexmûrê dê di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de jî xwedî roleke girîng be.

"Divê veger kolektîf be"

Abdullah Ocalan diyar kir ku rewşa xelkê Mexmûrê yek ji xalên hevdîtinên wan e û da zanîn ku bi pêşketina pêvajoyê re dê veger pêk were.

Rêberê PKKyê tekezî li ser wê yekê kir ku divê ev veger takekesî û malbatî nebe û bi awayekî kolektîf be.

Ocalan di berdewamiyê jî de got, "Pêwîste were zanîn ku divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş.

Em dê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin."

Ocalan her wiha destnîşan kir ku ev nêrîna wî ji bo penaberên li Ewropayê jî derbasdar e û got, "Vegera hemûyan wê kolektîf be û erdnîgariyê em dê hilbijêrin."

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:37:01