3 karwanên leşkerî yên Koalîsyonê çûn Rojavayê Kurdistanê
3 karwanên leşkerî yên hêzên Koalîsyonê gihîştin Baregeha Qesrikê ya li Rojavayê Kurdistanê.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 3 karwanên leşkerî ji Herêma Kurdistanê gihandin Baregeha Qesrikê ya li bakurê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, karwanê yekem roja yekşemê derbas bûye û ji 37 barhilgiran pêk dihat û tê de kelûpelên leşkerî wekî çek û topan bûn.
Karwanê duyem ku 15 barhilgirên wesayîtên Amerîkayê hilgirtibûn gihîştin Baregeha Qesrikê.
Her wiha karwana sêyem jî 6ê Tebaxê ku 20 barhilgirên blokên çîmentoyê û tankerên sotemeniyê hilgirtibûn pêk dihat gihîştine baregeha navborî.
Ev tevger di çarçoveya piştevaniya lojîstîkî ya berdewam de ye ku hêzên Koalîsyonê pêşkêşî baregehên xwe yên li herêmên Rojavayê Kurdistanê dike û bi vî awayî hebûna xwe li wê derê bihêztir dike.
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan jî 24ê Tîrmeha borî ragihandibû karwanekî Koalîsyonê bi serokatiya Amerîkayê ji 37 barhilgiran pêk hatibû, di Deriyê Sînorî yê El-Welîd-Tel Koçer re derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.
Li gorî heman çavkaniyê, karwanê leşkerî berê xwe dabû Baregeha Qesrikê.
Nûvekirina herî dawî: 03:39:32