Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Berdevkê AK Partiyê ragihand, “Armanca me Tirkiyeya Bêteror e û divê HSD çekan deyne.”

Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk ragihand ku armanca sereke ya Komîsyona Parlamentoyê ew e ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
Çelîk xwest ku peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de demildest were bicihanîn û got, “Eger ew yek pêk were, ti pirsgirêk namînin.”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Desteya Birêvebiriya Navendî (MKYK) ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de axivî.
Çelîk bal kişand ser xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoyê ji bo pêvajoya çareseriyê hatiye avakirin û ragihand ku divê armanca sereke ya komîsyonê neyê jibîrkirin.
Çelîk da zanîn ku hinek alî hewl didin armancên cuda li komîsyonê bar bikin û got:
“Divê em bala xwe winda nekin. Armanca sereke ew e ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
Car caran nîqaşên destûrê tên kirin lê ti pêwendiya vê mijarê bi komîsyonê re nîne.
Bê guman, amadekirina destûreke sivîl ji bo welatê me her tim armanca me ye û em dê xebatên xwe di vî warî de berdewam bikin lê armanca vê pêvajoyê gihîştina armanca Tirkiyeya Bêteror e.”
Berdevkê AK Partiyê amaje pê kir ku ew dê di çarçoveya “Hevdîtinên Sedsala Tirkiyeyê” de ku dê di navbera 8ê Tebaxê û 15ê Îlonê de werin lidarxistin, van mijaran bi berfirehî ji welatiyan re şîrove bikin û serdana malbatan jî bikin ku dilgiraniyên beşên cuda yên civakê ji holê rakin.
Omer Çelîk di beşeke girîng a axaftina xwe de qala rewşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.
Çelîk bi bîr xist ku ji destpêka pêvajoya çareseriyê ve wan gotiye ku divê PKK bi hemû şax û pêkhateyên xwe çekan deyne û divê hemû pêkhateyên wê yên “neyasayî” jî xwe fesix bikin.
“HSD pêkhateyeke PKKyê ye”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk anî ziman:
“Em dibînin ku hin merc û îtiraz li hemberî vê nêzîkatiya me tên kirin. Prensîp û helwesta me eşkere ye.
Di navbera HSD ku pêkhateyeke PKKyê ye û birêvebiriya Sûriyeyê de planeke çalakiyê hebû ku li gorî wê diviyabû çek bihatana danîn û werin radestkirin.”
Berdevkê AK Partiyê diyar kir ku ew dibînin hinek nêzîkatiyên ku li dijî serweriya niştimanî ya Sûriyeyê ne derdikevin holê û got:
“Bê guman ev tiştek e ku em qebûl nakin.
Em bi hûrgilî daxuyaniyên ku li ser navê HSDyê tên dayîn dişopînin.
Em rê nadin ku ev pêvajoya Tirkiyeya Bêteror a me qalê kir, were têkdan û em dê tiştê pêwîst bikin.”
Omer Çelîk tekez kir ku tiştê sereke ew e ku peymana 10ê Adarê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de bikeve meriyetê û bi vî rengî dê pirsgirêk nemînin û wiha pê de çû:
“Li wê derê tiştê sereke ew e ku peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de demildest were bicihanîn.
Niha vekirina korîdorekê ji devera Siwêdayê ber bi navçeyên HSDyê ve, avakirina qadên nû û daxwazên cuda ku ev daxwaz jî daxwazên emperyalîstan in, di daxuyaniyên li ser navê HSDyê de wekî modelên Rêveberiya Xwecihî û Xweser tên nixumandin.
Ev mijarek e ku em bi hestyarî dişopînin.”
Nûvekirina herî dawî: 14:19:13