Fidan: Em bi Hikûmeta Sûriyeyê re bo rûbirûbûna terorê hevkariyê dikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Şamê bi Serokê Sûriyeyê re civiya û hevahengiya bazirganî û rûbirûbûna terorê nîqaş kirin.

8 Tebax 2025 - 09:49
8 Tebax 2025 - 09:49
 0
Fidan: Em bi Hikûmeta Sûriyeyê re bo rûbirûbûna terorê hevkariyê dikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan doh (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) bi serdanekê gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya.

Piştî civînê, Hakan Fidan ragihand ku ew dê ji bo rûbirûbûna terorê bi Sûriyeyê re alîkar bin û hevkarî û hevahengiyên di navbera wan de dê berdewam bin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje jî da, "Ji bilî pirsa terorê, hevahengiya bazirganî, veberhênan, veguhastina enerjiyê û ji nû ve avakirina Sûriyeyê jî hatin nîqaşkirin."

Ji piştî hilweşîna rejîma Esed ve, ev serdana sêyê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ji bo Şamê ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:37:40