Şîrwan Barzanî: Divê qurbanî û qehremaniya Pêşmerge li dijî DAIŞê di dîrokê de were nivîsandin

Di 11emîn salvegera êrîşa DAIŞê ya li ser mihwerên Giwêr û Mexmûrê de, Fermandarê Giştî yê Mihwerê Şîrwan Barzanî, qehremanî û fedakariya Hêzên Pêşmerge bi bîr anî û ragihand, divê berxwedana Pêşmerge di dîrokê de bê nivîsandin. Herwiha hişyarî da ku eger derfet çêbibe, DAIŞ amade ye bi heman bîr û baweriyê vegere.

8 Tebax 2025 - 09:48
8 Tebax 2025 - 09:48
 0
Şîrwan Barzanî: Divê qurbanî û qehremaniya Pêşmerge li dijî DAIŞê di dîrokê de were nivîsandin

Doh 7ê Tebaxa 2025an, 11 sal di ser êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê re derbas dibin ku armanca wê dagirkirina Hewlêrê û tevahiya Herêma Kurdistanê bû. Piştî kontrolkirina Mûsilê û gelek navçeyên din ên Iraqê, DAIŞê berê xwe da Kurdistanê, lê rastî berxwedaneke bêhempa ya Hêzên Pêşmerge hat û hemû planên wê hatin têkbirin.

Fermandarê Giştî yê Mihwera Giwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê Şîrwan Barzanî di salvegera vê bûyerê de beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24 bû û behsa hûrgiliyên şer û metirsiyên heyî kir.

"Pêşmerge yekem car DAIŞ têk bir"

Şîrwan Barzanî destnîşan kir, terorîstên DAIŞê ji rêya Giwêrê ve ber bi Hewlêrê ve diçûn û tenê 35 kîlometre nêzîkî paytextê mabûn. Herwiha got: "Serok Barzanî fermana berxwedanê da û Hêzên Pêşmerge li ser çend mihweran dabeş kirin. Li nêzîkî Hewlêrê, Hêzên Pêşmerge cara yekem li Iraq û Sûriyeyê, DAIŞ têk şikand."

Amaje bi wê jî kir, di wê demê de DAIŞ di lûtkeya hêza xwe de bû: "Bi sedhezaran çekdar, çekên giran, Hummer û bi sedan wesayîtên zirxî yên ku artêşa Iraqê li pey xwe hiştibûn, ketibûn destê wê. Wan li tevahiya herêmê tirs çêkiribûn. Lê li nêzîkî Hewlêrê, Pêşmergeyên me yên qehreman ji cîhanê re îspat kirin ku ew ji wan terorîstan bihêztir in."

Fermandarê Pêşmerge tekez kir, "divê fedakarî û qehremaniya Pêşmerge di dîrokê de bê nivîsandin," û wiha pê de çû: "Rast e Hevpeymaniya Navdewletî roleke girîng di têkbirina DAIŞê de lîst, lê berî avabûna hevpeymaniyê jî, Pêşmerge bi çekên xwe yên sivik karî hêzeke ku cîhan jê matmayî mabû, têk bibe."

"Metirsiya DAIŞê hîn jî maye"

Derbarê rewşa niha ya DAIŞê de, Şîrwan Barzanî hişyarî da û got: "Bîr û baweriya 'cîhadî' ya li cem çekdarên DAIŞê wek bombeyeke demkî ye û ne diyar e kengê diteqe. Şaneyên wan ên razayî li derfetan digerin, da ku êrîşan pêk bînin û ji lawazbûna hikûmetê û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de sûdê werdigirin."

Herwiha got: "Ger derfetek ji terorîstên DAIŞê re çêbibe, ew amade ne bi heman bîr û baweriyê vegerin. Rast e ji aliyê leşkerî ve lawaz bûne, lê zîhniyeta wan hîn jî maye. Ji bo rêgirtina li dubare serhildana rêxistina terorîst, divê em her dem di amadebaşiyê de bin û hemahengiya me bi artêşa Iraqê û Hevpeymanan re berdewam be."

"Valahiya ewlehiyê pirsgirêkeke mezin e"

Di dawiya axaftina xwe de, Şîrwan Barzanî bal kişand ser valahiya ewlehiyê ya di navbera Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de û got ku DAIŞ vê valahiyê ji bo xwe bi kar tîne. Destnîşan kir jî, "ji sedî 70ê valahiya ewlehiyê ya li mihwera Giwêr û Mexmûrê nehatiye dagirtin û ev yek bûye sedema pirsgirêkan." Ji ber vê yekê, wî tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina lîwayên hevbeş kir da ku rê li ber têketina terorîstên DAIŞê li herêmê bê girtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 8 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:48:06