Li Qoserê pevçûna bi çekan: 2 kes hatin kuştin
Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê di pevçûna bi çekan de 2 kes hatin kuştin.

Li gundê Qerebendê yê navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de nîqaş derket û nîqaş veguherî pevçûna bi çekan.
M.B.yê 60 salî û G.B.ya 42 salî di encama pevçûnê de li cihê bûyerê mirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman termên her du kesan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Nûvekirina herî dawî: 03:48:08