2 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da
Hêzên Sûrieyya Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrazorê 2 şervanên wan canê xwe ji dest da.

HSDyê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermi belav kiriye, diyar kir ku wesayîteke wan a leşkerî li bajarokê Behrayê yê herêma Hecînê ya li rojhilatê Dêrazorê hatiye hedefgirtin.
Li gorî daxuyaniyê di encamê de 2 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên ku êriş kiriye li motorsîklêt siwar bûbûn û êriş saet 20:00an çêbûye.
HSDyê her wiha di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev êriş di çarçoveya hewldanên DAIŞê de ji bo têkbirina ewlehiya herêmê ye û ew ti carî ji rêya xwe ya parastina welatiyan venagerin û soz dide malbatên şervanan ku dê tola wan hilîne.
Nûvekirina herî dawî: 14:35:12