Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê civîna xwe ya duyem saz bike

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku Wezîrên Navxwe û Parastinê û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) jî beşdar dibin dê îro civîna xwe ya duyem saz bike.

8 Tebax 2025 - 09:58
8 Tebax 2025 - 09:58
 0
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê civîna xwe ya duyem saz bike

Civîn dê ji çapemeniyê re girtî be û belgeyên civînê jî dê veşartî bin.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo pêvajoya danîna çekan û xwefesixkirina PKKyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin roja Sêşemê civîna xwe ya yekem saz kiribû û nav û rêbazên xebata komîsyonê hatibûn diyarkirin.

Komîsyon dê civîna xwe ya duyem îro demjimêr 14:00an saz bike.

Civîn dê ji çapemeniyê re girtî be û belgeyên axaftinên beşdaran jî dê veşartî bin.

Her wiha di civîna îro de eger biryar were dayîn dê 3 endamên nû tevlî komîsyonê bibin û hejmara endamên CHP, AK Partî û DEM Partiyê dê zêde bibin.

Tê pêşbînîkirin ku komîsyon li ser pêvajoyê sererastkirinên yasayî yên pêwîst diyar bike û di vê çarçoveyê de bixebite.

Her wiha komîsyon dê kar û xebatên xwe di mehên Tebax û Îlonê de bidomîne û bi vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê re 1ê Çiriya Pêşînê pêşniyarên xwe yên li ser yasayan pêşkêş bike.

Piştî ku di komîsyonê de çarçoveya yasayên pêwîst were amadekirin, ev dê di komîsyonên pisporiyê yên pêwendîdar de werin gotûbêjkirin û veguherandin pêşnûmayên yasayan.

Di vê çarçoveyê de tê payîn ku komîsyon li ser sererastkirinên wekî “Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê, Qanûna Cezayê ya Tirkan û Yasaya Înfaza Cezayê” xebatan bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:42:25