PDK û Gorran: Bila hilbijartinên Kurdistanê zûtir bên kirin

Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Bizava Gorran daxwaz dikin hilbijartinên Kurdistanê zûtir ji dema xwe bên kirin.

25 Berfanbar 2017 - 11:43
25 Berfanbar 2017 - 11:43
 0
PDK û Gorran: Bila hilbijartinên Kurdistanê zûtir bên kirin

Şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re got, PDK dixwaze hilbijartin zûtir bên kirin da ku arîşe û alozî bên çareserkirin.

Arif Ruşdî her wiha got, jixwe serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî beriya niha daxwaz kiribû hilbijartin herî dereng heta 3 mehên din bên kirin. Ji ber PDK di wê baweriyê de hilbijartin tekane çare ye bo arîşeyên niha.

Endamê Civata Giştî ya Gorranê, Kenan Îsmaîl jî li ser hilbijartina ji BasNewsê re got, em jî daxwaz dikin hilbijartin zûtir bên kirin.

Kenan Îsmaîl her wiha got, jixwe yek ji mercên me bo vekişîna ji hikûmetê ew bû ku hilbijartin zûtir bên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1691 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:15:25