Pentagon hêzeke mezin li Herêma Kesk a Bexdayê bi cih dike

Piştî bûyerên duh û îro yên li Herêma Kesk a paytexta Iraqê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) îro roja sêşemê biryar da ku hêzên zêdetir li derdora balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi cih bike.

31 Tebax 2022 - 02:52
31 Tebax 2022 - 02:52
 0
Pentagon hêzeke mezin li Herêma Kesk a Bexdayê bi cih dike

Berdevkê Pentagonê ji rojnamevanan re got, piştî ku duh û îro ew navçe bi mûşekan û RPGyan hat lêdan, ew plan dikin ku leşker û tedbîrên ewlehiyê li derdora balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê zêde bikin.

Di encama şer û pevçûnên roja duşemê piştî nîvro li devera Kesk a Bexdayê bi dehan xwepêşander, çekdarên milîs û hêzên ewlehiyê hatin kuştin û birîndarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1298 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:08:20