Şandeke Wezareta Pêşmerge diçe Bexdayê

Berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî jî beşdarî gufûgoyan dibin

23 Hezîran 2022 - 04:25
23 Hezîran 2022 - 04:25
 0
Şandeke Wezareta Pêşmerge diçe Bexdayê

Şandeke Wezareta Pêşmerge û Operasyonên Hevbeş ên Iraqê bi beşdariya Hevpeymanan, li Bexdayê guftûgoyan derbarê hevahengiya zêdetir û pêkanîna du lîwayên hevbeş dikin.

Rêveberê Ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge Star Çawşîn ji K24ê re ragihand, şandeke bilind a Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Îsa Uzêrî îro 23ê Hezîranê diçe Bexdayê.

Derbarê armanca serdanê de jî, Star Çawşîn got: “Şanda Wezareta Pêşmerge di vê serdanê de ligel Serokerkan û fermandarên operasyonên hevbeş ên ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ve dicive û guftûgoyan derbarê pêkanîna operasyonên hevbeş, hevahengiya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê û pêkanîna du lîwayên hevbeş dikin.

Rêveberê Ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge got jî: Di van civînan de, berpirsên Hevpeymaniya Navdewletî jî beşdarî gufûgoyan dibin.

Ev nûçe bi tevahî 803 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:55:23