Xortekî Hewlêrî di rêya Ewropayê de hat kuştin

Li ser sînorê navbera Yûnan û Kosovo di şerê penaberên kurd û ereb de xortekî kurd hat kuştin.

23 Hezîran 2022 - 04:34
23 Hezîran 2022 - 04:34
 0
Xortekî Hewlêrî di rêya Ewropayê de hat kuştin

Çend roj berê li ser sînorê navbera Yûnan û Kosovo, di navbera komek penaberên ereb û kurd de şer derdikeve.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de 2 kes tên kuştin û çend kes jî birîndar dibin. Yek ji kuştiyen xortekî kurd û xelkê bajarê Hewlêrê û navê wî jî Cêgir Şêrko Hesen (31 salî) ye.

Ew xortê Hewlêrî sê sal bû ji Kurdistanê derketibû û li ser rêya Ewropa bû.

Kuştina wî xortê kurd duhî ji aliyê malbata wî ve hatiye zanîn û ragehandin.

Ev nûçe bi tevahî 739 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:29:45