Saziya Keşnasî ya Tirkiyê derbarê 24 parêzgehan de hişyarî da

Li gor raporta pêşbîniya keşûhewayê ya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyê dê li beşeke zêde ya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare.

14 Hezîran 2022 - 04:00
14 Hezîran 2022 - 04:00
 0
Saziya Keşnasî ya Tirkiyê derbarê 24 parêzgehan de hişyarî da

Rêveberiya Keşnasiyê ji bo îro Sêşembê 14ê Hezîrana 2022ê derbarê 7 jê parêzgehên Bakurê Kurdistanê, 24 parêzgehan de hişyarî da û ji welatiyan daxwaz kir ku di egera karesatên xwezayî de tedbîrên xwe werbigirin.

Li seranserê Tirkiye û beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de baran dibare û lehî çêdibin û ew lehî dibin sedema ziyanên canî û maddî.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiye derbarê parêzgehên Erzerom, Erzîngan, Çewlîg, Meletî, Sêwaz, Xarpêt û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û 17 parêzgehên Tirkiyê de pêşbiniya keşûhewayê belav kiriye û dibêje: “Di navbera 14 û 20ê Hezîrana 2022ê de dê baran dembidem li seranserê welat bibare.”

Ev di demekê de ye 11ê Hezîrana 2022ê li Enqereya paytexta Tirkiye baraneke zêde bariya û piştî baranê cade û kolanên bajar di bin lehiyê de mabûn û 3 kesan canê xwe ji dest dabû.

Ev nûçe bi tevahî 726 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:29:22