Tirkiye û Îraqê têkildarî xeta petrolê ya Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş da

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê ragihand ku xeta hinardekirina petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji bo her du welatan girîng e.

23 Tebax 2023 - 07:13
23 Tebax 2023 - 07:13
 0
Tirkiye û Îraqê têkildarî xeta petrolê ya Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş da

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyyan Ebdulxanî 22yê Tebaxê hevdîtinek kiribû.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

"Xeta petrolê ji bo her du welatan girîng e"

Daxuyanî wiha ye:

“Di hevdîtinê de di serî de xeta boriyê ya petrola xav, mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin. Xeta boriyê ya petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji bo her du welatan girîng e.

Hat destnîşankirin ku divê pişkînîn, kontrol û xebatên çêkirinê yên ku piştî erdhejên 6ê Sibatê dest pê kirine di wextekî herî zû bên kirin û hinardeya petrolê dest pê bike.

Her du wezîran li ser pêşxistina sektorên petrol, gaz, gihandin û bihevgirêdana xetên elektrîkê û enerjiyê de gotûbêj kirin.

Her du wezîrên ku hevserokên Komîsyona Aboriyê ya Têkel a Tirkiye û Îraqê ne biryar da civîna 19an a komîsyonê di demeke nêzîk de li Bexdayê bê kirin.”

Ev nûçe bi tevahî 509 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:46:09