Li HSDyê gef hatibû xwarin: Eşîran daxuyanî da

Hejmarek eşîrên Ereb ên li Dêrezor û Reqayê ragihand ku daxuyaniya li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ku li ser navê wan hatibû weşandin sexte ye.

28 Tîrmeh 2025 - 11:10
28 Tîrmeh 2025 - 11:10
 0
Li HSDyê gef hatibû xwarin: Eşîran daxuyanî da

Hejmarek eşîrên Ereb ên li Dêrezor û Reqayê daxuyaniya ku bi navê 133 êl û eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatiye belavkirin û tê de gef li HSDyê hatibû xwarin daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Eşîrên Ereb ew daxuyanî wekî “projeyeke fitneyê” bi nav kir û got, “Ew daxuyaniya sexte yekîtiya civaka me û aramiya navçeyên me dike armanc.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hin kesên ji derveyî Sûriyeyê bi navên eşîrên wan diaxivin û ev yek hat redkirin wiha hat gotin:

“Dema DAIŞê êrişî gundên me kir, jinên me revandin û ciwanên me şehîd kirin hûn li kû derê bûn?”

Eşîran bi bîr an ku ciwanên wan tevlî refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûne û bi saya qurbaniyên wan teror hatiye têkbirin û wan got, “Êdî nabe ti kes bi navê me biaxive û nûnertiya me bike.”

Di daxuyaniyê de bangî li “kesên birûmet” ên herêmê hat kirin ku “ji daxwazên fitneyê haydar bin” û hat got ku ev hewl dê “ji pêvî wêranî û xwînrijandinê tiştekî neyine navçeyên me.”

Eşîran tekezî li ser “parastina yekrêziyê û rawestana li kêleka HSDê” kir.

26ê Tîrmeha 2025an, daxuyaniyek li ser navê 133 êl û eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatibû belavkirin.

Di daxuyaniyê de gef li HSDyê hatibû xwarin ku di demeke herî kurt de çekên xwe radestî hikûmetê bike û ji Dêrezor, Reqa û Hesekê derkeve.

Li gorî daxuyaniyê, eşîrên Efadle, Igêdat, Şiêtat, Cibûr, Beggare, Elbûxabûr, Icêl, Fedan, Haşim, Elbû Şeiban, Elbûnasir û Serdiye daxuyaniya sexte red kiriye.

"Ev daxuyanî nûnertiya me nakin û em wan qebûl nakin"

Şêwirmendê Eşîra Cibûran Ekrem Haco El-Mehşûş li hemberî vê daxuyaniyê daxuyaniyek belav kir.

Ekrem Haco El-Mehşûş red kir ku eşîrên bakurrojhilatê Sûriyeyê derbarê daxuyaniyên ku ji Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) dixwazin çekên xwe radest bikin de helwesteke fermî daye.

El-Mehşûş tekez kir ku ev daxuyanî "helwesta rastîn a eşîran nîşan nadin û dibin sedema nakokî û handana di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de" û wiha pê de çû:

"Demên dawî, li ser navê eşîran hinek daxuyanî hatin belavkirin.

Em wekî eşîrên Cizîrê radigihînin ku ev daxuyanî nûnertiya me nakin û em wan qebûl nakin.

Dibe ku ji bo hinek kesan rast bin û rêza me ji wan re heye, lê eşîrên me ew daxuyanî nenivîsandine û nepejirandine.

Em van daxuyaniyên ku dibin sedema fitne û aloziyê di navbera pêkhateyên me de red dikin.

Em daxuyaniyên ku li ser navê eşîrên li parêzgehên Hesekê, Reqayê û Dêrezorê, ango li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên belavkirin, red dikin.

Ev daxuyanî bi pencemoran hatine belavkirin lê eşîr her dem garantiya aramiyê ne û ne alîgirê aloziyê ne.

Eşîran ti carî daxuyanî bi pencemor belav nekirine, ji bilî li şaxên ewlehiyê yên desthilatê ku mixabin bi zorê ev tişt li wan hatiye kirin.

Lihevkirin û daxuyaniyên eşîran bi rêbazên wan ên taybet tên ragihandin.

Lewma em radigihînin ku eşîrên me ji hemû daxuyaniyên ku dibin sedema fitneyê di navbera pêkhateyên me de bêsûç in.

Bi rastî, ev daxuyanî ne hêjayî murekeba ku pê hatine nivîsandin jî ne.

Em, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her dem li ser daxwazên gelê Sûriyeyê li hev dicivin.

Em her Sûriyeyî ne û em tekezî li ser yekparçeyiya ax û gelê Sûriyeyê dikin.”

 

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:35:37