Li Sûriyeyê erd hejiya
Li bajarê Himsê yê Sûriyeyê saet 05:31ê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Li gorî malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) navenda erdhejê bajarê Himsê bûye.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 5,96 kîlometreyan de pêk hatiye.
Li ser hebûn an nebûna xisaran ti agahî nehatiye dayîn.
Nûvekirina herî dawî: 15:47:27