DEM Partiyê nûnerên xwe yên ji bo Komîsyona Aştiyê diyar kirin
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) navên çar parlamenterên xwe yên ku dê di Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo Pêvajoya Aştiyê de cih bigirin, bi awayekî fermî eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, navên ku ji bo komîsyonê hatine diyarkirin kesayetên xwedî ezmûn in û ji van parlamenteran pêk tên:
Gulistan Kiliç Koçyîgîd: Cîgira Serokê Fraksiyona DEM Partiyê
Meral Daniş Beştaş: Hevberdevka Kongreya Demokratîka Gelan (HDK) û Parlamentera Erziromê
Saruhan Oluç: Parlamenterê Antalyayê
Cengîz Çîçek: Parlamenterê Stenbolê
Ev biryara DEM Partiyê piştî daxuyaniyên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş tê, ku ragihandibû komîsyon dê di demek nêz de dest bi kar bike.
Kurtulmuş: Komîsyon dê destpêka meha bê dest bi kar bike
Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, di daxuyaniyeke xwe ya dawî de ku roja Yekşemê (27.07.2025) li Çanakkaleyê dabû, ragihand ku komîsyon dê di destpêka meha bê de dest bi kar bike.
Kurtulmuş tekez kir, "Komîsyona Parlementoyê dê bibe bingeha xurtkirina demokrasiya Tirkiyeyê; Fikir û ramanên cuda dê bên nîqaşkirin û biryar dê li gorî berjewendiya xelkî bên dan.”
Herwiha destnîşan kir ku "pêvajoya nû ya aştiyê pêdivîtî bi gelek demê nîne, lê pêdivîtî bi rêbazeke erênî û îradeyeke cidî heye" û daxwaz ji xelkê Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin vê qonaxê.
Helwesta Partiyên Din
Komîsyon dê ji 51 endaman pêk were û divê heta 31ê Tîrmehê were avakirin. Ji bilî DEM Partiyê, MHPê jî berê navên çar nûnerên xwe eşkere kiribûn.
Ji aliyê din ve, ÎYÎ Partî ku xwedî sê nûneran e, ragihandiye ku ew ê beşdarî komîsyonê nebe û CHPê jî heta niha derbarê beşdarbûn an ne beşdarbûna xwe de biryareke dawî nedaye. Çaverê ye ku di rojên pêş de helwesta partiyên din jî zelal bibe.
Nûvekirina herî dawî: 17:18:33