Di navbera çekdarên Heşdî Şebiyê û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket

Li Bexdaya paytexta Îraqê, komeke çekdar a girêdayî Heşde Şebî êrişî avahiya Wezareta Çandiniyê kir û ev yek bû sedema aloziyê.

28 Tîrmeh 2025 - 11:11
28 Tîrmeh 2025 - 11:11
 0
Di navbera çekdarên Heşdî Şebiyê û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê jî yekser midaxele kir û bûyer veguherî pevçûneke tund.

Di encama êrişê de gelek endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn û 14 êrişkar hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê, koma ku êriş pêk aniye, girêdayî lîwayên 45 û 46an ên Heşde Şebî ne.

Êrişkaran di dema merasîma destbikarbûna rêveberekî nû de, bi ser avahiya rêveberiya çandiniyê ya li navçeya Kerxê ya Bexdayê de girt.

Koma çekdar di dema civîneke fermî de ket avahiyê û di nava karmendan de bû sedema metirsiyeke mezin.

Polîsên Federal û Dewriyeyên Bilez ên Kerxê yekser midaxeleyî bûyerê kir û rastî guleyên êrişkaran hatin.

Hat ragihandin ku di pevçûnê de gelek efser û polîs birîndar bûne.

Di encama operasyona hêzên ewlehiyê de destpêkê pênc êrişkar hatin girtin lê bi operasyonên li dûv re ev hejmar derket 14an.

Sûdanî: Bûyereke giran e

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî bûyerê,  bi sifetê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar daxuyaniyek da û êriş wekî “bûyereke giran” bi nav kir û fermana avakirina komîsyoneke lêkolînê ya bilind da.

Komîsyon dê lêkolînê li ser wê yekê bike ka koma girêdayî Heşde Şebî çawa bêyî ti fermaneke fermî ketiye tevgerê, hewl daye dest deyne ser saziyeke dewletê û gule li hêzên ewlehiyê reşandiye.

“Rûmeta dewletê pêşîniyeke ku tawîz jê nayê dayîn”

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê jî derbarê bûyerê daxuyaniyeke tund belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rê nayê dayîn ku ti alî bi darê zorê rewşeke defakto biafirîne yan jî gefê li saziyên dewletê bixwe.

Misogerkirina rûmeta dewletê û serweriya qanûnê, pêşîniya me ye ku tawîz jê nayê dayîn."

Li ser bûyerê pêvajoya dadî dest pê kir û hat diyarkirin ku ji bo girtina gumanbarên reviyayî operasyon didome.

Li ser platformên medyaya civakî jî dîmenên ku hat îdiakirin ên dema êrişê û pevçûnan in, hatin parvekirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:10:35