Îlham Ehmed: Çekdanîn ne di rojeva me de ye çimkî komkujî hene
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji Rûdawê re got, “Çekdanîn ji bo me ne di rojevê de ye. Li Sûriyeyê rewşeke hovane heye, komkujî çêdibin. Di rewşeke wiha de, xwestina çekdanînê ji HSDyê wekî ku tu bêjî ‘here bimire’ ye lê di çarçoveya çareseriya giştî ya Sûriyeyê de, cih û rola HSD û Rêveberiya Xweser dê di nava gotûbêjan de diyar bibe.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji Rûdawê re got, “Çekdanîn ji bo me ne di rojevê de ye. Li Sûriyeyê rewşeke hovane heye, komkujî çêdibin. Di rewşeke wiha de, xwestina çekdanînê ji HSDyê wekî ku tu bêjî ‘here bimire’ ye lê di çarçoveya çareseriya giştî ya Sûriyeyê de, cih û rola HSD û Rêveberiya Xweser dê di nava gotûbêjan de diyar bibe.”
Dîplomata Kurd Îlham Ehmedê behsa metirsiyên li ser paşaeroja Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî kir û got: “Heta niha, me bi hêza xwe, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) û bi alîkariya hêzên Kurdî, parastina xwe kir. Ji vir û şûnde jî civaka me, têkiliyên me yên navneteweyî û yên Kurdî hene. Di rewşeke wiha de, ez bawer dikim dê seferberiyeke giştî di nava Kurdan û gelê Sûriyeyê de çêbibe.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser pêwendiyên bi welatên derve jî re wiha biland, “Heta niha têkiliyên me bi Fransa û Almanyayê re baş in. Li gelek welatên Ewropayê û li Amerîkayê di astên bilind de têkiliyên me hene.”
Îlham Ehmedê behsa sîstema nenavendî ya ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dixwaze kir û wiha got:“Mijarên wekî sînorên welat, balafirgeh, pasaport û nasname di hemû welatên federal de bi navendê ve girêdayî ne. Em jî nabêjin divê her tişt nenavendî be. Lê aliyên xizmet, çand û ziman divê nenavendî bin. Mînak, li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî dikare li gel Erebî bibe zimanê sereke lê li Idlibê belkî tenê Erebî bes be. Dema sîstem nenavendî be, pirsgirêkên navxweyî kêm dibin û xelk hest dike ku xwedî maf û îrade ye.
Me negot, ‘em teslîm nakin’ divê em behsa tevlîbûna bi îrade bikin. HSD dê tevlî artêşê bibe. Kîjan artêş? Em dê bi hev re ava bikin. Em dê sîstema ewlehiya navxweyî bi hev re ava bikin. Dilê me çawa li ser Qamişloyê ye, divê wisa jî li ser Hema, Hims û Laziqiyeyê jî be. Tenê divê ew hişmendiya ku dibêje, ‘ez tenê dewlet im’ were guhertin.”
Pêşkekarê Rûdawê Dilbixwîn Dara çû Qamişloyê û bi Îlham Ehmedê re hevpeyvîneke taybet çêkir.
Îlham Ehmedê li ser pêşhatên dawî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, dan û standinên Şam û Qamişloyê pêwendiyên Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara.
Hevpeyvîna Dilbixwîn Dara û Îlham Ehmedê wisa ye:
Xanim Ehmed, min xwest destpêkê ji van dan û standinên di navbera we û Şamê de dest pê bikim. Ew çi ne? Gelo ew tiştên ku li Şamê diqewimin, dan û standin in yan diyalog in?
Îlham Ehmed: Belê, tiştê ku li Şamê diqewime rengekî dan û standinê ye lê mirov nikare tam navê muzakereyê lê bike. Armanc ew e ku em çawa karibin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin. Dema desthilata berê hebû, aliyek diyar bû ku ew jî rejîma Beasê bû. Aliyê din jî mixalefet bû. Gelek hewl hatin dayîn da ku em Sûriyeyê ji vê krîzê derxin lê nebû. Niha jî bi hatina birêvebiriya nû ya demkî re tê xwestin ku aliyên din ên Sûriyeyê jî bikevin bin sîwana wê û em li gorî pirrengiya civakê Sûriyeyeke nû bi hev re ava bikin.
Di van dan û standinan de em li şirîkatiyê digerin, şirîkatiya vî welatî. Em Sûriyeyî ne; Kurd, Ereb, Suryan hemû Sûriyeyî ne. Nasnameya me ya giştî ya ku me hemûyan tîne gel hev, Sûriyeyîbûn e. Em li ser wê yekê diaxivin ku em çawa dikarin di vê çarçoveyê de Sûriyeya nû bi hev re ava bikin. Sûriye hîn ji krîzê derneketiye û em dibêjin em çawa dikarin Sûriyeyê bigihînin rewşeke aram û lihevkirî. Dan û standinên me di vê astê de ne.
Gelo kesek heye ku serpereştî yan çavdêriya wan dan û standinan bike?
Belê, navbeynkar hene. Vê carê yekem car bû ku nûnerê Amerîkayê beşdar bû. Her wiha nûnerên Fransa û Brîtanyayê jî beşdar bûn. Aliyên ku rûniştin em û hikûmeta demkî bûn da ku em li ser hinek xalên sereke bigihêjin çareseriyê. Bi taybetî piştî Peymana 10ê Adarê ya ku li Şamê hatibû îmzekirin, me gotûbêj kir ku em çawa dikarin xalên wê peymanê bi cih bînin.
Hûn ji rola Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack razî ne? Rola wî di wan dan û standinan de çi ye?
Ew cara yekem bû ku hem me ew dît û hem jî ew tevlî civînê bû. Wekî ku wî bi xwe jî di civînê de got, ji bo ku karibe roleke erênî bilîze, naskirina aliyan gelekî girîng e. Hêviya wî ew bû ku di civînê de hinek biryar derkevin. Me jî got divê biryarek an du biryar ji vê civînê derkevin lê derneketin.
Çima derneketin?
Ji ber ku nêzîkatiya ji bo fêmkirina entegrasyonê cuda ye. Me di Peymana 10ê Adarê de li ser entegrasyonê, yanî tevlîbûnê, li hev kiribû lê her alî vê yekê bi awayekî cuda şîrove dike. Pênaseya me ya ji bo entegrasyonê ew e ku divê naskirina dualî hebe. Yanî, divê Hikûmeta Şamê me nas bike û em jî wan qebûl bikin. Niha ew birêvebiriyeke demkî ne, gelê Sûriyeyê bi giştî deng nedaye wan lê wan desthilat wergirtiye û gavên wekî destûra demkî û avakirina hikûmetê bi awayekî yekalî avêtine. Wan bi me û aliyên din ên Sûriyeyê re şêwir nekir. Em bi rêvebireyeke ku xwe wekî desthilata demkî îlan kiriye re di gotûbêjan de ne da ku em Peymana 10ê Adarê bi awayekî rast bi cîh bînin.
Gelo ew dixwazin HSD bikeve nav artêşa Sûriyeyê? Hûn qebûl nakin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê? Tom Barrcak vê yekê ji we dixwaze ne wisa?
Di Peymana 10ê Adarê de biryareke wiha heye ku dibêje ‘entegrasyon’, yanî divê HSD jî bibe beşek ji artêşê. Ev mijara nîqaşê ye. Wisa nabe ku bên û bêjin ‘çekên xwe deynin û her tişt qediya.’ Entegrasyona ku em behs dikin, ew e ku divê rêvebirî îradeya xelkê vê herêmê nas bike. Di aliyê ewlehiyê de, divê em bigihêjin rêbazeke hevbeş a parastinê. Pêwîst e Şam xelkê vê derê wekî xelkê Sûriyeyê bibîne.
Di civînê de derket holê ku dema xelk di nav saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin, ji aliyê rêvebiriya demkî ya Şamê ve wekî karmendên dewletê nayên qebûlkirin. Ew dibêjin, ‘Em dê werin rêvebiriyê dewr bigirin û êdî karê we namîne.’ Ev ne rast e. Heta niha Kurd bi awayekî fermî wekî pêkhateyeke neteweyî nehatine naskirin. Ev 13 sal in xelkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêve dibe û xwe diparêze, fedekariyên mezin kir û xelkê li dijî DAIŞê şer kir. Kes nikare bêje ‘Min zêdetir kiriye lewma divê her tişt di destê min de be.’ Her kesî fedekarî kiriye, divê em bi hev re rûnên û bêjin,‘Em dê vî welatî çawa ava bikin û bi rê ve bibin?’”
Gelek alî we tawanbar dikin û dibêjin, ‘Rêveberiya Xweser’ dixwaze Sûriyeyê perçe bike.
Sedemên ku civakekê ber bi cudabûnê ve dibin, ji navendê tên. Eger navend mafê civakê nas bike û rêzê li îradeya wê bigire, çima ew dê cuda bibe? Bi salan e li ser Kurdan tê gotin ku ‘Sûriyeyê perçe dikin.’ Îro heman tişt ji bo Siwêdayê jî tê gotin. Xelkê Durzî yê Siwêdayê di dema şer de bêalî ma lê niha bi qirkirinê û tohmeta ‘perçekirina Sûriyeyê’re rû bi rû ye. Me li Siwêdayê ji ti kesî nebihîstiye ku bixwaze Sûriyeyê perçe bike.
Doh jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gotibû, ‘Em rê nadin perçekirinê.’ Çima di demekê de ku xelk dixwaze bi aramî bijî û bi hikûmetê re li hev bike. Daxwaza cudabûnê ne di niyeta kesî de ye lê eger daxwaza mafan wekî ‘cudaxwazî’ were binavkirin, ev nîşan dide ku niyeta aliyê din ne baş e.
Yanî hûn Sûriyeyeke federal, otonom an nenavendî dixwazin? Hûn Sûriyeyeke çawa dixwazin?
Me her tim bi awayekî vekirî gotiye ku dewleta navendî ji bilî êş û azaran tiştek neanî serê vê civakê. Em, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bawer dikin ku sîstemeke nenavendî ku erkên dewleta navendî bi herêman re parve dike dê barê dewletê bi xwe jî sivik bike.
Belê, sîstemeke nenavendî ku berpirsiyariyê bide herêman da ku ew pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.
Kar û barên wekî perwerde, tenduristî, ewlehiya navxweyî û aborî divê bi awayekî nenavendî bin. Divê erk bidin herêman da ku karibin xwe bi rê ve bibin. Eger wekî berê sîstemeke navendî bimîne dê krîz kûrtir bibe.
Hûn ne artêşa xwe teslîm dikin, ne Rêveberiya Xweser, ne sazî û ne jî sînorên xwe didin Şamê. Hûn çi didin Şamê? Gelo hûn û Şam gihiştine hinek xalên hevbeş?
Mijarên wekî sînorên welat, balafirgeh, pasaport û nasname di hemû welatên federal de bi navendê ve girêdayî ne. Em jî nabêjin divê her tişt nenavendî be. Lê aliyên xizmet, çand û ziman divê nenavendî bin. Mînak, li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî dikare li gel Erebî bibe zimanê sereke lê li Idlibê belkî tenê Erebî bes be. Dema sîstem nenavendî be, pirsgirêkên navxweyî kêm dibin û xelk hest dike ku xwedî maf û îrade ye.
Me negot, ‘em teslîm nakin’ divê em behsa tevlîbûna bi îrade bikin. HSD dê tevlî artêşê bibe. Kîjan artêş? Em dê bi hev re ava bikin. Em dê sîstema ewlehiya navxweyî bi hev re ava bikin. Dilê me çawa li ser Qamişloyê ye, divê wisa jî li ser Hema, Hims û Laziqiyeyê jî be. Tenê divê ew hişmendiya ku dibêje, ‘ez tenê dewlet im’ were guhertin.
Min behsa balafirgehê kir. Li ser Balafirgeha Qamişloyê nav bi Kurdî jî hatiye nivîsandin. Hûn dê di dema pêş de balafirgehê bi rêve bibin?
Ew bi giştî bi hikûmeta navendî ve girêdayî ye lê divê gotûbêj bên kirin ku balafirgeh çawa dikare herî baş xizmeta civakê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotibû ku divê Sûriye nenavendî be. Hûn rola wî çawa dinirxînin?
Rola wî bi rastî cihê spasiyê ye. Têkiliyên wî yên bi serokên dewletan û dan û standinên wî yên bi hikûmeta demkî ya Şamê re erênî ne. Hêviya me ew e ku ev rol hîn zêdetir bibe da ku em karibin ji bo çareserkirina pirsgirêkê baştir bibin hevkar.
Pirseke hestiyar; we gotibû ‘têkiliyên me bi Tirkiyeyê re hene.’ Hûn çûn Tirkiyeyê?
Dan û standinên me yên ne-rasterast hene û em vê yekê girîng dibînin. Di demekê de ku di navbera me de şerekî dijwar hebû, niha herî kêm li şûna çekan, gotûbêj heye ku em hevdû fêm bikin.
Li gorî agahiyan, we bi Alîkarê Serokê MÎTê jî re hevdîtin kiriye. Tiştekî wisa heye?
Em zêde eşkere nekin. Dan û standinek heye û em wê erênî dibînin. Em dixwazin li şûna zimanê gefxwarinê, bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Têkiliyên wan ên kûr bi Şamê re hene û carina li şûna rêvebiriya demkî ew daxuyaniyan didin. Eger em li Sûriyeya giştî difikirin, divê em karibin têkiliyên xwe baş bikin.
Gelo hûn agahiyan ji Birêz Ocalan werdigirin?
Em agahiyan werdigirin. Di demek wisa hestiyar de, Rêber Ocalan însiyatîfeke gelekî biwêr û mezin nîşan da. Bi dîtina min, ev însiyatîf ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn pêvajoyeke aştiyê ye.
Dan û standinên we yên rasterast bi Birêz Ocalan re çêbûne?
Ez wisa bêjim, dan û standinek çêbûye û em agahiyan werdigirin. Ev însiyatîfa ku wî bi pêş xist, ji bo Rojava jî encamên girîng derxistin holê û ji bo çareseriya li her çar parçeyên Kurdistanê jî bingeh e.
Ocalan ji PKKyê xwest ku çekan deyne. Gelo ev yek ji we jî xwestiye?
Çekdanîn ji bo me ne di rojevê de ye. Li Sûriyeyê rewşeke hovane heye, komkujî çêdibin. Di rewşeke wiha de, xwestina çekdanînê ji HSDyê wekî ku tu bêjî ‘here bimire’ ye lê di çarçoveya çareseriya giştî ya Sûriyeyê de, cih û rola HSD û Rêveberiya Xweser dê di nava gotûbêjan de diyar bibe.
Birêz Ocalan gotibû ku ew dixwaze bi hinek serkirdeyên Kurd re bicive. Planek heye ku hûn biçin wî bibînin?
Heger dîtinek çêbibe, dê gelek baş be. Ji me re bi awayekî fermî nehatiye gotin lê ez wisa dibînim ku eger çêbibe, dê bandoreke wê ya gelekî erênî hebe.
We ew li Îmraliyê çawa dît?
Gelekî cuda bû. Him tiştên ku tîne ziman û him jî manewiyata ku dide mirovan... Mirov li temenê wî û projeya ku pêşkêş dike dinêre, bi îsrara wî ya ji bo aştî û demokrasiyê... Ew van tiştan ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû civakê dixwaze.
Li Qamişloyê Konferansa Yekrêziya Kurdî hat lidarxistin û şandeyek ji bo dan û standinên bi Şamê re hat avakirin. Lê ew şande neçû. Çima?
Şande amade ye û kaxeza wê jî hazir e lê heta niha Şam xwe ji bo pêşwaziyê amade nedîtiye. Xebat li ser vê yekê hene.
Gelo çûna we ya Şamê rê li ber çûna şandeya giştî ya Kurdî nagire?
Şandeya ku niha diçe, li ser navê Rêveberiya Xweser diçe. Şandeya Kurdî ji bo mafên Kurdan hatiye avakirin ku li ser cihê Kurdan ê di destûr û sîstema nû de biaxive dê biçe. Dema em jî diçin, em li ser mafên Kurdan, sîstema nenavendî û rola HSDyê gotûbêjan dikin.
Hûn hêvî dikin ku şer çênebe?
Em hêvî nakin şer çêbibe. Sûriye têra xwe di şeran re derbas bûye lê aliyên ku dixwazin şer derxin hene. Bûyerên li Siwêdayê mînakek in. Bi kêfxweşî, li herêma me provokasyonan cureyên wisa zêde çênebûn. Divê birayên me yên Ereb di vê mijarê de hişyar bin. Çima divê rewşa aram a vê herêmê tevlîhev bikin? Divê nekevin nav vê lîstikê.
Eger êrişek were ser we, kî dê pişta we bigire? Hûn dê çi bikin?
Heta niha, me bi hêza xwe, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) û bi alîkariya hêzên Kurdî parastina xwe kir. Ji vir û şûnde jî civaka me, têkiliyên me yên navneteweyî û yên Kurdî hene. Di rewşeke wiha de, ez bawer dikim dê seferberiyeke giştî di nava Kurdan û gelê Sûriyeyê de çêbibe.
Welatê ku hûn herî zêde nêzîkî xwe dibînin kîjan e?
Heta niha têkiliyên me bi Fransa û Almanyayê re baş in. Li gelek welatên Ewropayê û li Amerîkayê di astên bilind de têkiliyên me hene.
Paşeroja Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dê çi be?
Di Peymana 10ê Adarê de xaleke taybet ji bo vegera koçberan hebû. Me ji bo Efrînê komîteyek ava kir lê aliyê Şamê rûnenişt. Pêwîst e kesên ji Dêrezorê yên li vir in jî vegerin, em garantiyê didin wan. Di berdêla wê de divê xelkê me yê di kampan de jî vegere. Em hem bi Tirkiyeyê re û hem jî bi Şamê re li ser vegera xelkê Serê Kaniyê û Girê Spî diaxivin. Tirkiye diyar dike ku wê Efrîn dewir kiriye lê li wir hîn jî komên çekdar binpêkirinan dikin. Divê ew rewş were sererastkirin û xelk vegere malên xwe.
Di demeke nêzîk de?
Ez hêvîdar im. Em hemû giraniya xwe dixin ser wê yekê ku ev rewş di demke nîzîk de çareser bibe.
Hûn bi hêvî ne ku xelkê Efrînê vegere û guhertina demografîk bi dawî bibe?
Ew milet dê vegere, çareya din nîne, mecbûr in vegerin.
Bajarekî ku di dilê we de cîh girtiye heye?
Ji bo jiyanê Efrîn gelek xweş e; xwezaya wê, xelkê wê... Lê her derê Kurdistanê xweş e.
Em dê di demek nêzîk de we li Efrînê bibînin?
Înşalah.
Di van çûn û hatinan de metirsî li ser jiyana we tune?
Çi hêza me hebe, em dê bixin xizmeta gelê xwe. Em xwe wekî xizmetkar dibînin. Em dizanin ku di van demên dîrokî de erkekî giran ketiye ser milê me û divê em vî karî heta dawiyê bibin. Em bi vî ruhê berpirsiyariyê nêzîk dibin û hêvîdar in ku li gorî daxwazên gelê xwe tevbigerin.
Nûvekirina herî dawî: 16:48:55