Bê dewletî û berjewendî…

Di malakê û di malbatekê de sermiyanê wan, hustûna mala wan ango bav tune be, wê ferdên malê her yek li gor xwe tevbigerin û li gor xwe hin tiştan hilbijêrin an jê hez bikin

Bube Eser

03.08.2021, Sal | 13:47

Bê dewletî û berjewendî…
Nêrîn Belav bike

Hinê bibin aqilmendên xelkê lê ne ji xwe re, hinên bibin dizê malê, ji bona xerabkirin û talanê.. Hinê bibin nokerê dijminê xwe ji bona pişta birayê xwe li erdê bixe.

Dema tifaqa malê tune be, tevgera malê jî nabe û nameşe û tim agir jî li ser serê wan e. Loma yeka wan nabe dudo. Lê malin bi tifaq tim xwe û malbata xwe diparêzin.

Bê dewletê jî weha ye. Ji ber ku dewlet bav e. Dema dewleta me re tune be. Wê xelkê bê dewlet hin ji wan bibin olperest, hinê dibin sosyalîst, hinê dibin demokrat, hin dibin lîberal ûhwd.

Êdî wê dem bê ku ji dêlva problemên gelê xwe qise û munaqeşe bikin. Tevgerên bi wan îdeolojiyana hatine damezrandin, dikevin qiraka hev ku ji bona fikra xwe dikare birayê xwe jî bikuje û dike. Weke demên ji salên 1970 heta 1980 li bakurê Kurdistanê.

Bê dewletî jî, te ji hev perçe dike. Nahêle bira li gel bra bi yek be. Ji bona tim nakokî, fesadî û şelaftî di nava wî xelkê bê dewlet de zêde be da ku nikaribin dewleta xwe ava bikin,

Em kurd jî niha vê rewşê dijîn,

Bi perçebûna welatê me, em jî hatine perçekirin. Weha perçe kiriine ku gelek ji wan perçena, êdî welatê xwe û xwe nas nake ku ew kurd e û welatê wî/ê Kurdistan e.

Bi vê perçebûnê, mêrxwasên kurd yên bûne older, Sosyalîst ango dibin îdelolojîk, di ber êdeolojiyan de her tiştî, kar û xebat kirine û dikin, lê mixabin welatê xwe ji bîr dikin. Çi qezencê bi dest xistibin an dixin, ne ji bona gelê xwe, di ber îdeolojiyan de heba dikin û kirine.

Dema em li miletê bûne dewlet dinêrin, dibînin ku hemiyan kar û xebat kirine da ku berê bibin dewlet dûre jî xelkê wan her yek fikra xwe an îdeolojiya xwe diparêzin.

Her weha oldarên Kurdan ji bona ummetê, Sosyalîst û kominîstên Kurdan jî kar dikin da ku vê îdeolojiyê li cihanê bidin qebûlkirinê. Hemî kar û xebatên wan ê berê û hinên niha tenê ji bona fikra sosyalîzmê ye. Lê hê jî fêm nekirine ku sosyalîzmê jî digot û dibêje; ”Bila perçe bi qurbana tevahî be”.

Yanî dinya ango fikra sosyalîzmê tevahî ye û ew jî dibêje; ”Bila berê sosyalîzm bê, dûre em problema kêmneteweyan di nava sosyalîzmê de hal bikin”. Yanî dibêje ku heta kurdên sosyalîst hebin ew ên girêdayî sosyalîstên dagirkerên xwe bin.

Her çiqasî niha piraniya partiyên kurdên sosyalîst êdî vê qebûl nakin jî lê sosyalîzm ev e û vê dixwazî.

Li bakurê Kurdistanê piştî salên 1960 heta 1980 demokratan, karên baş kirin û dane xuyakirinê ku bi vê rêyê kurd dikarin xwe azad bikin, welatê xwe ji bin nîrê dagirkeran derxin û bi azadî li ser erda xwe ya pîroz bijîn.

Lê çi mixabin piştî 2000 ev nav jî xerab kirin, weha kirin ku êdî li bakurê Kurdistanê xelk ji vî navî tirsiyanin ya jî tirsandinin.

Divê çi bê kirinê?

Li gor min, niha di destê me kurdên bakurê Kurdistanê de du tişt maye. Yek divê em êdî weke fikir, fikra Sosyaldemokratan biparêzin û li gor vê xwe bi tevger an rêxistinî bikin. Ez dibêjim; ev ê li bejn û bala kurdên me bê.

Ji ber ku gelek dewletên vê cîhanê bi vê fikrê hîmên daweletbûna xwe avêtine, li gor wê kar û xebatên xwe kirine, bi ser jî ketine. Welatê xwe kirine bihuşta vê dinyê. Weke welatê Swêd…

Li gor baweriya min divê kurdên me yên bakurê Kurdistanê partiyekê bi navê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdan (PSDK) jî vekin. Dîsa li gor min di partiyeke weha de bi rehetî Demokrat û Sosyaldemokrat dikarin bi hevre kar bikin.Ya jî kes, partî û rêxistinên vê diparêzin di kongreyekê de di bin vî navî de dikirin yekîtiya xwe ava bikin û li gor destûr û bernameya Sosyaldemokratan karên xwe ê siyasî ji bona welatê xwe bikin.

Bi vekirina partiyieke weha em weke kurdên bakurê Kurdistanê dikarin hinekî ronahiyê bibînin. Heger ew partî an tevger bi rastî jî li gor destûr û bernameya Sosyaldeomokratan tevbigerin. Dikarin alîkarî û piştgiriyê ji partiyên bi navê Sosyaldemokrat in bigire…

Ez bi xwe li gel vê fikrê me û li gor baweriya min divê partiyeke weha ku bi karê demokratîk ve rabe û li bakurê Kurdistanê bi eşkereyî karê xwe bike, vebe an bê damezrandinê.

Her çiqasî ez niha ne li gel jî bin, divê partiyek bi navê Partiya Lîberal ya kurdan jî hebe (PLK). Ew jî dikare karê baş bike û ji partiyên lîberal yên li cîhanê hene, alîkariyê û piştgiriiyê bigirin.Divê em kurd vê bizanibin,îro hemî hêz û qawet ya ji derve ye…

Divê em ji bîr nekin ku niha li vê cihanê hemî tişt, kar û xebat, têkilî û tevger bûne berjewendî. Divê em jî li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:56:09

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x