Min do 18.12.2017 êvarî weke gelek caran xewneke gelekî bi tirs dît. Ji xwe ji roja ji wê girtîgeha bi navê 5 nolû ya li Diyarbekirê derketime, tim jî xewnên bi tirs dibînim û didît. Berê zêde bû, her çiqasî niha kêm jî bû be lê dîsa van kabûsana, tim şevên min li min diherimîne.
Belê do êvarî dîsa di xewna xwe de Esat Oktay Yildiray Yuzbaşiyê (Serbaz) berpirsê zîndan Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî bû, dît. Dema ez girtiyekî wê zîndanê bûn, her ji du mehan carekê kaxizek ji teref dadgêr ji min re dihat û di wê kaxizê de sûcê min dinivîsî.
Ew kaxiza ku ji du mehan carekê ji hemî girtiyan re diçû, ji min re jî dihat, lê tiştên têde nivîsî ne weke yên hevalên min bû. Li gor îddîaya dadgêr ku ew kaxeza sucê min tê de nivîsîn weha bû:
”Bûbê Eser dameznerê rêxistineke çekdarî û nehênî ye. Ew berpirsekî bilind ê wê rêxistinê ye.” Ev têra leşkerên Gardiyan dikir da ku bi saetan êşkencê li min bikin. Karê min û wan ji her du mehan carekê ev bû. Wan dilên xwe û Esad li min rehet dikirin…
Lê piştî doza me vebû û ez di mehkame ewil de hatim berdan ango tahliye bûm. Loma Esat nema karîbû li gor dilê xwe tiştên ew dixwazî bîne sere min. Dema wî dît ez di mehkema ewil de tahliye bûm, ango hatim berdan wî ev nepesinand û serî li gelek cihên fermî da ku min bernedin.
Ji ber vê jî wî piştî berdana min ez du mehan li wê zîndanê hiştim. Piştî du mehan rojekê berbi êvarî Gardiyan navê min xwend û got tu tahliye bûye, eşya yê xwe top bike tê here mal.
Min yekser fêm kir ku ev ne mal e. Her çiqasî min ji hevalên xwe re got jî, wan got:
-Bûbê vê zêde mezin neke tu hatiye berdan û qediya.
Piştî qedereke Gardiyan hat em bi hevre derketin, raste rast çûne ba Esas Oktay û wî bi mirozekî tirş li min nerî got:
-Tu hate berdan ha. Tê here mal ha.
-Erê komûtanê min. Min berê jî ji we re gotibû ku ez bê suç im.
Bê ku ew qise bike, kaxiza min îmze kir û dirêjî min kir. Berî ku ez kaxetê bigirim wî bi hêrs got:
-Bûbê! Vir çi ye? Mebesa wî girtîgeh bû.
-Vir dibistana ku xaînan, dike welatparêz û kurdên dike tirkê baş.
-Heger tu careke din were vir wê çi bi be?
-Heger careke din hatim, ev tê wê watayê ku min mirin heq kirî ye, komûtanê min
-Aferim te derza xwe baş girtiye.
-Tu emir bike komûtanê min. Piştî vê, vî kaxeta ku îmze kiribû, da min û gazî Gardiyan kir û got:
-Vî zû ji ber çavên min bibe.
Gardiyan da pêşiya min û min da dû wî, em hatin ber deriyê derve, Gardiyan destê xwe li pişta min xist û got:
-Te bihîst ku tu careke din were vir, wê çi bê serê te, de here xwedê bi te re be.
Ez çawa derketim derve û hê min baş li dora nenerî bû ku polîsê siyasî ê sivîl bi xêrhatine min kir û got:
-Fermo bikeve siyaserê. Ez zêde şaş nebûm, ji ber ku min zanîbû ev ne tahliye ango berdana min e. Loma êdî min jî got:
-Xêre ma hûnê min bibin mal?
-Ka tu siwar be, em dizanin em ê te bibin ku.
Ez li siyarê siwar bûm û wan berê siyara xwe berbi cihê ku wan ez ji qatê caran avêtibûm. Em li ber derî sekinîn, hilkişiyan jor û ez avêtim hucreyekê. Ev çîrok dirêj e bila niha ew bimîne, ez vegerim ser mijarê.
Di xeyna xwe de min dît ku ez di qawişa xwe de me, em hemî heval li ser ranzayên xwe bûm. Yek ser bi emrê Gardiyan em hemî daketin, ketin rêze, derî vebû û li gel çend Gardiyanan Esat kete hundir. Esat yekser berê xwe da min got:
-Ma min ji te re negot; careke din neyê vir. Xuya ye te bêriya lêda vir û mirinê kirî ye.
Got. Û bi kulm û şîmaqan dest bi lêdana min kir. Dilê wî rehet nebû, vê carê kêra devê wê weke birrekê ji bêrîka xwe derxist û heta jê hat avêtê qirika min.
Bi wê tirs û xofê min kire qîrin, hol bûm û li ser nivînê xwe ketim, min cavên xwe vekir ku ez li mal im. Zarok û diya zarokan jî bi wê qêrînê bi xwe hesiyan û jinikê bi lez got:
-Çi bû? Bi qêrin wê got. Got lê wê jî zanîbû ev ne cara ewil e ku tiştên weha tê serê min. David û Dilba jî ji xew rabûn bi bazdan hatin ba min. Lê dema min li wan û li halê xwe nerî, dest bi giriyekê bê aman kir. Zarokan xwestin xwe bavêjin hembêza min, lê dayika wan zanibû ku divê di rewşên weha de min bi tenê bihêlin da ku têra xwe bigirim.
Bi rastî jî têra xwe giriyam. Di nava wê tirs û xofê de hemî cilên min û doşeka min bûbû weke avê. Piştî giriyakê dûr û dirê, xanim ez rakirim birim serşokê da ku avekê bi xwe dakim. Wê jî nivînên min guherî.
Belê ez di 25 saliya xwe de hatim girtin û niha 62 salî me hê jî min ew rojana ji bîr nekirine û carna kabûsên weha jî têne serê min. Ez bawerim kesên li wê zîndanê razanin, rewşa wan jî weke ya min e.
Belê em li ewropa xweş dijîn û li kêfa xwe dinêrin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.