Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)

Çi lazime? Partiyeke ku bi nav, deng û rengê xwe sosyal demokrat pêwîste.  Ew partiya sosyal demokrat jî divê weke yên dewletên modern be. Ji bona  damezirandina partiyeke weha divê berê bi dehan qadirên zana ji bona perwede û xwe fêrî  partiyeke sosyal demokrat damezrînin, bikin.

Bube Eser

24.01.2017, Sal | 13:20

Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)
Nêrîn Belav bike

Di nivîsa berê de min partiyeke çawa ji bona me kurdên bakur Kurdistanê lazim e, bingeh, şikil û şemala wê ango îskeleta wê danîbû. Kar û erkên berpirsiyaran dive çawa be nivîsî bû. Di vê nivîsa xwe de jî ez ê bi nav û bername bêjim ku partiyeke çawa bo me lazim e.

Berî her tiştî dixwazim diyar bikim ku êdî tu partiyên îdelojîk ji bona bakurê kurdistanê ne pêwîst û lazim in. Me di salên 1970 heta 80 ew ceribandin. Me çikir û ne kir kirasê partiyên îdeolojîk li bejna kurdistanê nehat. Loma jî wendabûn bû pare me. Helbet bi saya wan partiyan hin pêşketin jî bûn.

Çima partiyek îdeolojîk ne lazim e?

Di partiyeke olî ango îslamî ya kurdan de yekî ateîst, xwedê nenas, êzîdî, mesîhê ûhwd nikarin bibin endamên vê paratiyê û di partiyeke weha de nikarin cihê xwe bigirin û weke endamekî wê partiyê kar bike. Loma jî wê partî bi tenê bibe ya kurdên misilman. Ew jî cihê xebatê û çalakiyên berfireh asteng dike. Ez vê heta azadiya kurdistanê dibêjim. Piştî azadiyê kî çi partiyê dadimezrîne azad in.

Her weke dîsa li gor min di şertên îro de partiyeke sosyalîst jî ji bona me kurdên bakur ne lazim e. Ji ber ku fikir û îdelojiya sosyalîzm ji derve hatiye û ne li gor norm û şertê welatê me ê kolonî ye. Loma endamên partiyeke weha dive bi xwe sosyalîst bin û kesên ne sosyalîst divê an jî nikarin di partiyeke weha de cihê xwe bigirin û weke endamekî/ê karê partiya xwe bike.

Madem ku partiyeke îdeolojîk ne lazim e. (Helbet li gor min) Divê em çi bikin û partiyeke çawa dînin ku hemû kurdan hembêz bike.

Li gor min partiya herî baş ku li bejna me kurdan û kurdistanê dihat Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Lê mixabin li bakur hinge bi wî navî lîstin, kirin weke meşkek vala. Hingî ev nav ji bona berjendiyên xwe bi karanîne ku êdî kes û kesayetiyên Kurd nema baweriya xwe bi wê jî tînin.

Me weke kurdên bakurê kurdistanê hemû destûr û bernameyên partiyan li bin guhê hevdu xistine. Loma jî pîvan, rê û rêbaz nemaye.

Ka carekê binerin û bibînin, kesayetiyekî bi îdeolojiya sosyalîzmê karê hizbayetiyê kiribe, bi wê çand û kulturê mezin bûbe. Perwerdahiya xwe, zanîn û têgiştina xwe ji wê girtibe lê piştî temenekî mezin bibe serokê partiyeke demokrat. Gelo ev çiqasî realist e?

De ka werin yekî/a sosyalîst bikin serokê partiyeke olî. Gelo ev dibe? helbet bersîv naye. Divê em çi bikin? Ha dibe ku li gor kurdên me yên bakurê kurdistanê vana dibin. Lê ev ne destûrî ye.

Dema me xwe ji partiyên îdelojîk dûr xist, dema me navên ku gemarî kirine jî qebûl nekir. Tenha rê dimîne ku em kurdên bakurê kurdistanê bi hevre û bi pêşkêşiya ciwanan partiyeke ku îro li bejna kurd û kurdistanê be û li gor normên cihanê tevbigere, peyde bikin.

Ha gelek camêr û canik dikarin bêjin ew partiya tu dibêje heye û nave wê jî PAK e (Partiya Azadiya Kurdisnê) rast e. Di destpêka xwe de hêvî û bawerî ew bû ku ew bikaribe, vê rolê bilîze û xelkê xwe ango piraniya kurdan li gor destûr û bernameyeke nû, bi xwîneke taze û ji hemû partiyên heyî cûdatir kar kiriba û di karê xwe de bê tirs û ne tawîzkar ba, bi xeta xwe bawer ba, her ew xeta destpêkê domandiba, wê ev rast ba.

Lê PAKê ev nekir, an jî nehiştin bikin ez wê nizanim, loma jî xwe kir weke partiyên berê hebûn. Heta hinekî ji wan zêdetir jî kir. Çûn zîyareta xwediyê kolanên xendekan. Her weha pakê jî weke partiyên din her bûyereke ku diqewimî protesto dikir û dike. Bê ku şirovekê ango nerîna xwe û çewtiya wê bêje. Ev ê baweriya ku jê dihat kirin, şikand.

Her weha PAK jî her ku çû bû weke partiyên din. Êdî weha bû ku tu cûdahiya wê û partiyên din ji hev neman. Ji ber vê ye ku kar û xebatên destêpê, cahd û hêviyên ketina ser rê bê ku meşa xwe bidomîne fetîsî ango fetisandin. Lê hê jî şansa wê heye ku li xwe vegere…

Rewşa hakparê jî hinekî baş bû yanî başiya wê weke partiyeke gelîrî dihat zanîn û nasîn. Lê çi mixabin bi mudaxelekirina brêz Kemal Burkay ew jî ji çapa xwe ket. Psk ya ku ew damezirandibû, rêya xwe jê çûda kir. Lê çi heyfe ku bi vê perçebûnê wê ne psk û ne jî hakpar bi serkev e. Tew hakparê ev jî li xwe zêde kir ku hevdîtinan bi rêxistinên pkk damezrandine dike. Aha malxerabiya herî mezin ev e.

Dîsa li gor min tu hêvî di partiyên bakurê kurdistanê de nemaye ango nehiştine. Çar pênc PDK hene niha xebat heye ku bibin yek. Lê nabin yek. Çawa ku kûzek (den an şerbikek) bişke tu çi jî bike nema dibe weke berê. PDK yên me jî weha ne. Ew çi bikin jî nabin weke berê û dê nikaribin bi hevre karekî baş bikin. Ji ber ku hevdu êşandine, dilê hev hiştine, ji hevre gotinên ne li rê kirine. Piştî vê jî wê weke bra bi hevre kar bikin. Ne bawerim.

Disa li gor min xeta herî sereke û girîng ew e ku êdî xebat bi wan qadirên salên 1970 heta heyştê nema dibe. Her yekî/ê ji wan çend partî têk birine û çendên nû avakiribin jî êdî demên xwe dagirtine û nema dikarin li gor demê karê nûjen bimeşînin.

Çi lazime? Partiyeke ku bi nav, deng û rengê xwe sosyal demokrat pêwîste. Ew partiya sosyal demokrat jî divê weke yên dewletên modern be. Ji bona damezirandina partiyeke weha divê berê bi dehan qadirên zana ji bona perwede û xwe fêrî partiyeke sosyal demokrat damezrînin, bikin. Herin wan welatên ku partiyên sosyal demokrat bi salan welatê xwe bi rêvebirine û kirine bihuşt.

Mînaka herî baş jî partiya sosyal demokrat a swêdê ye. Bi dehan kadirên kurd dikarin herin swêd û bi partiya sosyal demokrat têkilî deyne, xwe li gel wan perwerde bike. Xwe fêr bikin ku bê çawa Swediyan 60-70 salan welatê xwe kirin bihûşt û bi rêve di bin.

Îro li seranserê ewropa û swêdê di nav de, bi dehan kadirên kurd di nava wan de karên hêja dikin. Berpirsiyariyên girîng girtine. Ew bi xwe jî dikarin rê vekin ji wan kadirên ku perwerde bibin, alîkarî bikin. Têkiliyên wan û sosyaldemokratan bi hevre deyne.

Piştî ku gelek kadirên kurdan perwerdayiyên xwe ji partiyên sosyal demokrat ên ewropa girtin, destûr û bernameyên xwe ji ber kirin, bila îcar li welatê xwe vegerin, destûr û bernameyeke ku li bejn û bala kurdan bê, binivîsînin. Li gor wê partiya xwe ango Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistaniyan damezrînin.

Aha partiyeke weha wê him ji ewropa him ji nava gel û ji ciwanan piştgiriyeke baş bigire. Di rêvebiriya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistaniyan de (PSDK) serok û rêvebirên berê divê tune bin. Hebin jî weke sêwirmend bin. Ew bi ser neketin, divê bi serneketina xwe qebûl bikin û bibin şiwirmendê ciwanên xwe, partiya xwe û gelê xwe…

Ez çareyê tenha di Partiya Sosyal Demeokrat a Kurdistaniyan (PSDK) de dibînim. Him emê ji pirbûna navan û ji qelsiya partiyan xilas bibin. Him jî bi piştgiriyeke xurt em ê bi hevre welatê xwe bi rêya partiyeke weha azad bikin. Heta ji bona teng fikirandin nebe. Mirov dikare partiyeke Lîberal jî weke yên ewropa damezrîne.

Pêşniyara min: Partiyeke Sosyal Demokrat a Kurdistaniyan (PSDK), Partiya Lîberal ya Kurdistanî (PLK) û yek jî Partiya Azadî a Kurdistanê (PAK) (Ew jî bi şertê ku ji şaşiyên xwe vegere û rewşa xwe berçav bike. Kêmanî û şaşiyên xwe bibîne û wan dubare neke. Perda tirsa siyasî ji ser xwe rake , karên ji bona xatiran neke…) ÊDÎ HÛN DIZANIN…

Têbinî: Ez ji hemû partiyên me yên kurd û kurdistanê hez dikim. Hurmetkar û hemalê wan im. Hemiyan jî karê baş kirine, wê bikin. Lê têr nake. Loma jî hêvîdarim dilê xwe ji min negirin. Divê em xwe fêrî rexneyên ku zerarê nede doza kurdistanê bikin.

Ev nivîs hinekî dirêj bû li min bibuhurin. Ez ne ew kesê zana me ku bi nivîsek kin bikaribim hemû merama xwe bînim cih im.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
6446 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:46

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x